Kongreya Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir

Kongreya yekemîn a Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir. Di kongreyê de rola kedkaran di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de û girîngiya rola wan di avakirina Rêveberiya Xweser de hate nîqaşkirin.

Kongreya Yekitiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir
16 cotmeh, 2021   11:03
HESEKÊ

Bi piştgiriya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi dirûşma "Bi alîkariya kedkaran em ê civakê ava bikin, armanca me ew e ku em kedkaran bi rêxistin bikin û biparêzin” yekemîn kongreya Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hola Serdem a Hesekê dest pê kir.

Di kongreyê de, hevserokatiya Yekitiya Kedkaran û zêdetirî 500 delege û nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên civaka sivîl amade bûn.

Di kongreyê de dê raporên salane yên yekitiyên li bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin xwendin, dê li ser sîstema hundirîn ya yekitiyê dengdan çêbe û rêveberiya giştî ya Yekitiya Kedkaran bê hilbijartin.

Endama TEV-DEM’ê Taz Paşa di kongreyê de bal kişand ser rewşa siyasî û got: "Ev kongre di qonaxeke hestiyar de pêk tê. Pêwîstiya herêmê bi xebateke cidî heye da ku civakeke azad, exlaqî û polîtîk ava bibe. Herêm hê jî bi êrişên ku vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin hedef re rû bi rû ye.”

Paşa wiha dom kir: "Projeya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, vebijêrka herî guncaw e ji bo çareserkirina krîza Sûriyê. Divê civaka navneteweyî û hemû Sûriye li ser vê projeyê bimeşin û nekevin bin bandora hêzên derve."

Piştre berdevka Kongreya Star Remziyê Mihemed got: "Bêyî ked em nagihêjin azadiyê, şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi kedê û bi taybet keda jin û ciwanan dest pê kir. Piştre şoreş bi têkbirina terorê berdewam kir û destkeftiyên mezin bi dest xistin. Kedkar şervanên azadiyê ne. Kedkar ew in ku avakirina rêveberiyê didomînin.”

Remziyê Mihemed destnîşan kir ku bi kedê hemû hewldanên têkbirina destkeftiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pûçkirin û got: "Ger ne bi ked û şêwazên din ên leşkerî, sivîl, siyasî bûya, me ev pêşketina projeya xwe ya demokratîk nedidît."

Remziyê Mihemed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Bi vê kedê em ê ber bi azadî, azadiya rêber Abdullah Ocalan û azadiya girtiyan ve biçin, bi kedê em ê civaka xwe ava bikin û destkeftiyên xwe biparêzin."

Konferans bi axaftina şandeyan berdewam dike.

(dx)

ANHA