Rêveberiya Xweser bi boneya rojbûna Hz. Mihemed betlane ragihand

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna pêxemberê ola îslamê Hz. Mihemed li hemû saziyên xwe betlane ragihand.

Rêveberiya Xweser bi boneya rojbûna Hz. Mihemed betlane ragihand
16 cotmeh, 2021   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya rojbûna Hz. Mihemed daxuyaniyek da û tê de ragihand ku roja duşemê (18.10.2021) li hemû saziyên Rêveberiya Xweser betlane ye.

Her wiha rêveberiyê da zanîn ku saziyên ku taybetmendiyên karên wan cuda ne, derveyî biryarê ne.

ANHA