Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk baregehên hev topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê baregehên çeteyan ên li gundewarên Idlibê kirin hedef, her wiha çeteyên dagirkeriya Tirk jî baregehên wê yên li gundewarên başûre Idlibê topbaran kirin.

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dagirkeriya Tirk baregehên hev topbaran kirin
16 cotmeh, 2021   09:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), hêzên hikumeta Şamê bajarokên Dêr Sunbil, El-Bare, Filefil û Fitêra yên gundewarên başûre Idlibê û deverên din ên li eniyên şer li gundewarên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Her wiha çeteyên dagirkeriya Tirk baregehên hêzên hikumeta Şamê yên li Meret El-Nûman û Keferoma yên li başûrê Idlibê topbaran kirin. 

Ev topbaran piştî çend saetan ji teqandina erebeyeke artêşa Tirk ku di encamê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, pêk hat.

(dm)