Balafireke bêmirov bakurê Reqayê topbaran kir

Çavkaniyekî herêmî ji herêma Hetaş a bakurê bajarê Reqayê ragihand ku di saetên nîvro de balafireke bêmirov herêm topbaran kiriye. Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Balafireke bêmirov bakurê Reqayê topbaran kir
14 cotmeh, 2021   10:52
REQA

Heta niha nayê zanîn bê balafira herêm topbaran kiriye girêdayî kê ye. Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê têkildarî bûyerê heta niha tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA