Pêşengekî şoreşê Dr. Nûr El-Dîn Mûsa wefat kir

Dr. Nûr El-Dîn Mûsa ku ji sala 1985’an û vir ve bi şervanên Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê re li eniyên pêş bû û ew derman dikirin, di encama nexweşiyê de wefat kir.

Pêşengekî şoreşê Dr. Nûr El-Dîn Mûsa wefat kir
14 cotmeh, 2021   10:40
QAMIŞLO

Bajarê Qamişlo duh yek ji xizmetkarên şoreşê û şervanan Nûr El-Dîn Mûsa ku di nava şênyên bajêr de bi navê “Bavê Hozan” tê nasîn, oxir kir.

Nûr El-Dîn Mûsa di sala 1962'an de li gundê Kerdîwan ê navçeya Amûdê ji dayik bû. Piştre berê xwe da bajarê Qamişlo. Mûsa di sala 1984'an de xwendina xwe li Peymangeha Tenduristiyê (beşê benkirinê) biriye serî. Bavê Hozan, zewicî ye û 3 zarokên wî (Hozan, Dilyar û Şêrzan) hene.

Nûr El-Dîn Mûsa di salên wê yên destpêkê de Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê nas dike û ji sala 1985’an û vir ve bi awayekî veşartî bêyî ku ji hêzên ewlehiyê yên hikumeta Şamê bitirse, şervanên Rojava derman dikir.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Mûsa xizmeta şoreşê û şervanên YPG/YPJ`ê û QSD`ê dike. Ew bi şervanan re li eniyên pêş cihê xwe digire û wan li nexweşxaneyan derman dike. Ruxmî ku rewşa wî ya tenduristî xirab bû jî, lê belê di xizmetkirin û alîkarîdayînê de tu carî tawîz neda.

Mûsa tevî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li hemû eniyên şer cihê xwe girtiye. Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê re, berê xwe da Efrînê da ku alîkariya tenduristî bide gel û şervanan. Li bajarê Serêkaniyê jî heman alîkarî pêşkêş kir.

Bi damezrandina Nexweşxaneya Şehîd Xebat re di destpêka şoreşê de, Mûsa di karê benckirinê de xebitî. Li kêleka karê xwe yê mirovî, her wiha wî xwendekar perwerde dikir ji bo ku kadoryekî tenduristiyê amade bike.

Mûsa ku nexweşiya gurçkan pê re heûb, di demên dawîn de rewşa wî ya tenduristî xirab bû. Beriya hefteyekê ew ji bo dermankirinê rakirina nexweşxaneya Dar El-Şîfa ya li Şamê. Piştî ku rewşa wî ya tenduristiyê pir xirab bû, Mûsa duh ji nav me bar kir.

(dx)

ANHA