Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kir

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi merasimekê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ferhad El-Elî oxir kir.

Şêniyên Dirbêsiyê şehîdekî xwe oxir kir
14 cotmeh, 2021   11:06
 HESEKÊ

Karwanê erebeyan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê ve bi rê ket. Bi sedan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî merasimê bûn.

Li goristana şehîdan, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebulbaqî Elî sersaxî da malbata şehîd û wiha axivî: “Tiştê hişt ku heta niha projeya Rêveberiya Xweser li ser lingan bimîne û herêmên me ewle bin, fedekariyên şehîd Ferhad û rêhevalên wî ye.”

Elî di dewama axaftina xwe de behsa berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û wiha got: “Li wir dagirkeriya Tirk cureyên çekan ên herî pêşketî û çekên kîmyewî jî bi kar tîne. Lê belê dê nikaribe îradeya şervanan bişikîne. Dê serkeftin para gerîla be, dê dagirkeriya Tirk jî têk biçe.”

Yek ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên navçeya Dirbêsiyê Îbrahîm Derwêş jî wiha aixivî: “Şehîd Ferhan bi doz, gel û rêhevalên xwe re dilsoz bû û ji bo pêşketina saziya xwe, rizgarkirina xaka xwe û parastina vê xakê, têdikoşiya.”

Îbrahîm Derwêş soza şopandina rêya şehîd Ferhad da.

Piştre wesîqeya şehadete hat xwendin û radestî malbata şehîd hat kirin.

Di dawiya merasimê de cenazeyê şehîd Ferhad El-Elî li goristana Şehîd Rustem Cûdî hat veşartin.

(cx)

ANHA