Hewldanên hiqûqî yên koçberên Serêkaniyê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê

Tevî berxwedana wan li kampan ji bo bidawîkirina dagirkeriyê, şêniyên herêma Serêkaniyê hewldanên hiqûqî bi rêya nûnerên xwe pêk tînin. Her wiha belge kirin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 382 şêniyên Serêkaniyê revandine.

Hewldanên hiqûqî yên koçberên Serêkaniyê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê
14 cotmeh, 2021   06:14
HESEKÊ -BASIL REŞÎD

2 sal di ser dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Serêkaniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas bûn, ku di 9`ê Cotmeha 2019`an de dest pê kir û tê de hemû cureyên çekan û heta çekên kîmyewî hatin bikaranîn.

Li gorî rêxistinên hiqûqî û mirovî li Bakur û Rojhilate Sûriye, di encama êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî Serêkaniyê de, zêdetirî 150 hezar kes ji şêniyên bajêr ên resen koçber bûn. Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zanebûn sûcên xwe yên rojan didomînin da ku kesên mayî koçber bike, her wiha armanc jê ew e ku çanda herêmê û şaristaniya wê tune bike.

Koçberên bi darê zorê ji Serêkaniyê derketine, li kampên bajarê Hesekê û Dêrikê dimînin. Tevî wê koçber li hember dagirkeriyê bi rêbaz û rêyên cuda li ber xwe didin.

Ji bo ku rêzesûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlên li bajêr belge bikin û vegera ewle pêk bînin, şêniyên herêma Serêkaniyê bi pêkhateyên xwe yên cuda di Tebaxê de komîteyek bi navê koçberên herêma Serêkaniyê ava kir.

Komîte armanc dike ku dengê şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî bigihîne raya giştî ya cîhanê, sûcên dewleta Tirk eşkere bike û bi dawî bike û balê bikişîne ser azarên koçberan.

Komîteyê piştî ku ava bû, di 9'ê Tîrmehê de li bajarê Hesekê komxebatek li dar xist da ku komîteyê û armancên wê bide nasîn. Her wiha zêdetirî 250 kes ji nûnerên herêmê û çalakvanên siyasî û civakî, nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye, malbatên şehîdan, endamên rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyên navneteweyî û dezgehên çapemeniyê tev li civînê bûn.

Di encama civînê de gelek pêşniyar derketin; desteyek ji bo nûnertiya koçberan were avakirin ji bo ku daxwazên şêniyên herêma Serêkaniyê pêşkêş bike, yên ku banga bidawîkirina dagirkeriyê û vegera ewle dikin. Her wiha ji bo ku komîte wan daxwazan bişopîne, pêk bîne û bi aliyên hundirîn û derve re bikeve peywendiyê da ku rewşa koçberan bişopînin.

Her wiha hate diyarkirin sûcên dewleta Tirk û tiştên li herêmê pêk hatine, eşkere bikin, divê dagirkeriya Tirk ji axên Sûriye û bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî bi dawî bibe û vegerîna ewle ji şêniyan re peyda bikin û bi aliyên çalak re têkildar bin da ku çareseriyan peyda bikin.

Der barê pêkanîna pêşniyarên civînê de, ajansa me xwe gihand berdevka komîteya koçberên herêma Serêkaniyê Nûra Nezîr. Nûra destnîşan kir ku çalakiyên wan di çarçoveya eşkerekirina sûcên dewleta Tirk û çeteyên wan û belgekirina sûcan û radestkirina aliyên berpirs û rêxistinên cîhanî de berdewam in.

Nûra diyar kir ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên dizî, talan, destserkirina mal û milkên sivîlan, kuştin, revandin, veguhestina sûriyan ber bi Tirkiyê ve, teqîn, çandina mayinan, guhartina demografiyê û sûcê qutkirina avê ji ser Hesekê heta îro berdewam in.

Nûra Nezîr daneyên dawîn ên sûcên dewleta Tirk eşkere kirin û got: "Me 382 bûyerên revandinê belge kirin ku jê 90 kesan cezaya muebbed ji aliyê dewleta Tirk ve li wan hate birîn û 48 jin in, her wiha 2 jin ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatin kuştin.

Nûra diyar kir ku dagirkeriya Tirk guhartina demografîk li herêmê pêk tîne, her wiha bi rêya vekirina dibistanên ku materyalên tirkî perwerde dikin, navên daîre û dikanan dike navên tirkî û siyaseta tirkkirinê dimeşîne.

Nûra got: “Dagirkeriya Tirk esîrên çeteyên xwe û DAIŞ'ê ku ji kampa Eyn Îsa û kampa Holê reviyane, anîn bajêr û her wiha goristana şehîdan kir navend û baregehên leşkerî.”

Têkildarî planên komîteyê yên pêşerojê Nûra Nezîr piştrast kir ku hewldanên wan ên têkiliyên bi rêxistinên hiqûqî, aliyên çalak û rêxistinên mirovî re dê bidomin da ku sûcên dewleta Tirk eşkere bikin û vegera ewle ji şêniyan re peyda bikin.  Her wiha bang li aliyên berpirs kir ku erka xwe bi cih bînin.

(dm)

ANHA