Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn

Rêheval û malbata nûçegihana ajansa me ANHA`yê  Dilîşan Îbiş di salvegera 4'an a şehadeta wê de bi bîr anî.

Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
Şehîd Dilîşan Îbiş li ser gora xwe hate bibîranîn
12 cotmeh, 2021   17:04
KOBANÊ

Bi dehan rêhevalê şehîd Dilîşan Îbiş û malbata wê bi boneya salvegera 4`emîn a şehadeta wê berê xwe dan Goristana Şehîd Dicle.

Çeteyên DAIŞ'ê 12'ê Cotmehê li gundê Ebû Fasê yê Dêrazorê di nav sivîlan de ku dixwestin derbasî qadên ewle yên di bin kontrola QSD'ê de bibin erebeyeke bomebebarkirî teqandin û komkujiyek pêk anîn. Nûçegihanên ajansa me Dilîşan Îbiş û Hogir Mihemed ku geşedan dişopandin, tevî 14 sivîlan şehîd bûn. Nûçegihanê me Rizgar Denîz birîndar bû û ji ber giraniya birîna xwe di 18'ê Kanûnê de şehîd bû.

Li goristanê merasîma bîranînê bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê dayika şehîd Dilîşan, Şemsa Mihemed wiha axivî: "Hemû rêhevalên Dilîşan dan ser şopa wê û ji bo min Dilîşan in. Rast e ku Dilîşan çû, lê hevalên xeyalen wê temam dikin."

Paşê nûçegihana me Dicle Ehmed jî got, bi dehan kesên mîna Dilîşan hene ku ji bo ragihandina rastiyê canê xwe feda dikin û anî ziman ku ew şopdarên rêya Dilîşan, Rizgar, Hogir û Dilovan in da ku dengê şoreşga gelê xwe û rastiya wê ji cîhanê re raghînin.

Dicle Ehmed destnîşan kir ku gelek nûçegihan hene di eniyên pêş bi xeteriyan re rû bi rû in, tên da ku rastiya dewleta Tirk û çeteyên wê ku komkujî û sûcan li dijî sivîlan pêk tînin, raghînin.

Dicle Ehmed di axaftina xwe de rojnamevan Dilovan Gever bi bîr anî û wiha anî ziman: "Sibe salvgera 2`emîn a şehadeta rojnamevan Dilovan Gever e. Dilovan Gevger di oxira ragihanina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê de canê xwe veda kir û bû şopdara heqîqetê."

Dicle Ehmed got, ew ê şopdarên rêya şehîdan bin û bi pênûs û kamereya xwe rastiyê ji cîhanê re raghînin.

Di dawiyê de mûm li ser gora şehîd Dilîşan û nûçegihanê Ronahî TV şehîd Mistefa Mihemed, hatin pêxistin.

(bx)

ANHA