Ji Kolombiya peyam: Azadiya rêber Ocalan azadiya me ye

Civaknas û çalakvanên Kolombî destnîşan kirin ku têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan pêş xistiye îro di têkoşîna wan de deng vedide û got, divê êdî azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pêk were.

Ji Kolombiya peyam: Azadiya rêber Ocalan azadiya me ye
13 cotmeh, 2021   00:47
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BILGÎN

Bertekên li hember komploya navnewetewî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku 23 sal li pey xwe hiştin, her ku diçe zêde dibin. Li seraneserê cîhanê û di nav de Komlombiya, dengên ji bo azadiya rêber Ocalan bilind dibin. Kolombiyan dîlgiritina rêber Ocalan wekî “êrîşa li dijî mirovahiyê” nirxand û gotin ku têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê dayîn di heman demê ji bo azadiya wan bi xwe ye jî.

Civaknas û çalakvanên kolombî yênn ji ANHA`yê re axivîn, piştevaniya xwe bi rêber Abdullah Ocalan re anîn ziman.

Çalakvanê kolombî Emmanuel Rosenthal bal kişand ser hevşibiya di navbera fikrê rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gelên xwecihî yên Kolombiyayê de û ev nirxandin kir: “Paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan a li ser sîstema ekolojîk û azadiya jinê bi pêş dikeve bi şêwazê jiyan û mebdeyên gelê vê parzemînê re pir zêde dişibin hev. Li vê parzemînê ne tenê şoreşek neolîtîk lê belê çend şoreşên neolîtîk hatine jiyîn. Delîlên ku li herêma Amazon derketine holê piştrast dikin ku 19 hezar sal berê li vir gelên xwecih bi awayekî sîstematîk jiyane. Ji ber wê jî fikrên rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna gelên xwecih ya ji bo parastina azadiyê, xwezayî pir dişibin hevdu.

‘KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ERÎŞEK LI HEMBERÎ ME YE JÎ’

Ya yekemîn hemû gelên xwecihî xwe wek keç û kurên xwezayê dibînin. Lewma jî parastina xwezayê tê wateya parastina van gelan. Ya duyem; rêveberiyên xwecihî, rêveberiyên xweser û otonomî di aliyên rêgezî de dişibe sîstema konfederal a demokratî ku ji aliyê rêber Ocalan ve tê pêşxistin. Ya sêyemîn; li ser bingeha derbaskirina baviksalariyê azadbûn ji bo gel û herêmê xwedî wateya jiyanî ye. Lê mixabin li ser vê herêmê gelek kêm lêkolîn hatine kirin.

Di vê mijarê de em her roja ku derbas dibe ji têkoşîna rêber Ocalan tiştên nû fêr dibin. Rêber Ocalan ji bo van nirxan 23 sal in di zindanê de ye. Ji ber wê jî em dibêjin ev êsîrî di heman demê de êrîşeke li ser azadiya gelên xwecihî, jinan û herêmê bi giştî ye.”

‘EM DAXWAZA AZADIYA OCALAN YA FÎZÎKÎ DIKIN’

Rosenthal got, daxwaza wan azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan e û ev nirxandin kir, “Divê têkilî di navbera gelê Kurd û gelên vê herêmê û têkoşîna wan a dîrokî de bi pêş bikeve. Di navbera paradîgamaya rêber Ocalan û têkoşîna gelên vê civakê de gelek xalên hevpar hene.”

Pedro Chavez, rêberê gelê Purepecha yê ji civaka xweser a Cheran li deşta Michoacan a Meksîkî û endamê 2`emîn Hikumeta Xweser a gelê Cheran, diyar kir ku ew alîgirê rêber Abdullah Ocalan in.

‘EM BI WÎ RE NE’

Chavez, di berdewamiya nirxandina xwe de wiha axivî, “Em wek gelê Cheran ê xwecihî yê Meksîkayê silav û peyamên xwe yên piştevaniya bi rêber Ocalan re dişinin. Divê bê zanîn ku em bi wî re ne. Em ne tenê wêrekiya 23 salan a gelê Kurd, di heman demê de êşên wan jî parve dikin. Têkoşîna me, nêrîna me ya cîhanî û rêwîtiya me xwedî armancê hevpar e.”

 ‘TÊKOŞÎNA OCALAN DI TÊKOŞÎNA ME DE DITEYÎSE’

Civaknasê Kolombî Vilmo Rocio Almendra Quîguanas jî bertek nîşanî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan da û diyar ku ew jî vê tecrîdê ji bo xwe wek heqaretek mezin dibînin.

Almendra Quiguanas nirxandina xwe wiha domand: “ Rêber Ocalan şêwazê jiyan û berxwedana ji bo xweseriyê ya ku bi sedan salan e tê dayîn, diyarî me dike.  Em wek gelê xwecihî xwedî dîrokek bi hezaran salan in û ev bi sedsalan em li ber xwe didin. Sîstema kapîtalîst hebûna me înkar dike. Ji bo ku bikarbe me parçe bike, ji me dixwaze ku em pêşeng û paradîgmaya xwe ji bîr bikin.”

Vîlma diyar kir ku belavbûna paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan ji bo wan girîng e û got, “Divê her kes bizanibe ku ruxmî êsîriyê jî têkoşîna watedar ya bi pêş dikeve di têkoşîna me de diteyîse. Têkoşîna ji bo parastin û azadiya rêber Ocalan tê wateya azadiya me bi xwe.” 

‘AZADİYA FÎZKÎ YA OCALAN Jİ BO VÊ ERDNÎGARİYÊ PÊWÎSTİYEKE’

Vîlma peyama xwe ya pişteVaniya bi rêber Ocalan re da û got, “Heya ku rêber Ocalan dîlgirtî be wê azadî, pêşeroja me ya kolektîf û têkoşîna me ya ji bo xweseriyê, asteng bikin. Azadiya rêber Ocalan ji bo erdnîgariya ku bi navê Kolombiya tê bi navkirin jî pêwîst e. Niha em jî li vir dîlgirtî ne. Me dikujin, qetil dikin û ji holê radikin. Ji ber wê pêwîstiya me bi têkiliyek ji dil de heye.”

ANHA