​​​​​​​Bernameya xwepêşandanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriye îro ji bo şermezarkirina komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan û dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî, di saetên cuda de ku em ê di vê nûçeyê de diyar bikin, wê xwepêşandanan li dar bixin.

​​​​​​​Bernameya xwepêşandanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê
9 cotmeh 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî 9`ê Cotmehê li dijî rêber Abdullah Ocalan destpê kiriye, her wiha ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker di 9'ê Cotmeha 2019'an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîne, şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê xwepêşandanan li dar bixin.

Bernameya xwepêşandanan wiha ye:

*Kantona Qamişlo:

Bajarê Qamişlo: Xwepêşandan li kolana Mûnîr Hebîb e û saet 10:00`an destpê dike.

Navçeya Amûdê: Xwepêşandan li Qada Jin Azad, saet 09:00`an destpê dike.

Navçeya Tirbespiyê: Xwepêşandan li pêşiya navenda Kongreya Star saet 09:00`an destpê dike.

Navçeya Til Hemîsê: Xwepêşandan li pêşiya navenda Trafîkê saet 10:00`an dest pê dike.

Navçeya Til Birakê: Xwepêşandan ji çerxerêya firinê saet 09:00`an destpê dike.

Navçeya Dêrikê: Xwepêşandan li dergehê Sêmalka saet 10:00`an destpê dike.

Navçeya Til Koçer: Xwepêşandan li pêşiya parka rêbertî di saet 09:00`an de destpê dike.

Navçeya Girkê Legê: Xwepêşandan li qada Şehîd Xebat saet 09:30`an destpê dike.

Navçeya Çilaxa: Xwepêşandan li pêşiya çerxerêya Trafîkê saet 09:00`an destpê dike.

*Kantona Hesekê: Hemû xwepêşandan saet 10:00`an destpê dikin

Bajarê Hesekê: Xwepêşandan li xaçrêya kantonê ye.

Navçeya Dirêbsiyê: Xwepêşandan li pêş Navenda Ciwanên Şoreşger e.

Navçeya Til Temirê: Xwepêşandan li rex Saziya Malbatên Şehîdan.

Navçeya Şedadê: Kombûyî li pêş Saziya Malbatên Şehîdan.

Navçeya Holê: Xwepêşandan li kolana giştî li xaçrêya meclisê.

Kampa Waşûkanî û Kampa Serêkaniyê: Xwepêşandan li kampa Waşûkanî.

*Kantona Şehba:

Li gundê Til Sosin ê girêdayî navçeya Ehdas di saet 11:00`an de xwepêşandan destpê dike.

*Heleb:

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê di saet 14:00`an piştî nîvro de xwepêşandanek tê lidarxistin.

ANHA