'Em ê li ser xeta rêbertî bimeşin heya ku komplo têk biçe'

Şervanên QSD û YPJ'ê soz da ku ew ê şopdarên rêber Abdullah Ocalan bin heta ku azadiya wî ya fîzîkî û rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk were.

'Em ê li ser xeta rêbertî bimeşin heya ku komplo têk biçe'
9 cotmeh, 2021   04:10
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

9’ê Cotmehê salvagera 23’yemîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û salvegera 2’yemîn a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Girê Spî û Serêkanyê ye. Têkildarî vê yekê şervanên QSD’ê û YPJ’ê da zanîn ku armanca sereke ji sûcên dagirkeriya Tirk şikandina vîna gelên herêmê û astengiya belavkirina felsefeya rêber Ocalan e.

/kr/uploads/files/2021/10/08/200108_deham-newaf.webp

Şervanê QSD'ê Demhat Newaf got: "Armanca sereke ji Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û xistina wî di nava 4 dîwaran de ew e ku vîna gelê Kurd bişikînin. Lê vê komployê armancên hêzên komploger pêk neanîn."

Demhat Newaf anî ziman ku vîna gelê Kurd ku ji hêza rêber Ocalan girtiye, xurt e.

Newaf diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû hêza xwe gelê Kurd têk bibe û bênavber komployan li dijî wê pêk tîne û wiha domand: "Di salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Ocalan de dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Ev jî nîşaneya kûrbûna komploya li dijî Kurd e."

Newaf soza berdewama têkoşîna heta rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî da û wiha dawî li gotina xwe anî: "Tevahî şervanên azadiyê li ser fikir û felsefeya rêber Ocalan dimeşin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, dê tê bikoşin."

‛EM DESTGIRÊDAYÎ NEMAN, LÊ ME BI HÊZ Û ISRAR XAKA PARAST’

/kr/uploads/files/2021/10/08/200214_raman-heseke.webp

Şervanê QSD'ê Raman Hesekê da zanîn ku şoreşa Rojava bersiva guncaw li dijî komplogeran bû û wiha got: "Komplogeran piştî dîlgirtina rêber Ocalan digotin em ê kurdan têk bibin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava û tevlêbûna ewqas ciwan di nava şoreşê de hêz û vîna gelê Kurd hat isbatkirin."

Raman Hesekê da zanîn ku komploya li dijî gelê Kurd hîna berdewam e û di salvegera komployê ya 22’yemîn de dewleta Tirk êrişên dijwar li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn û wiha got: "Em li hember êrişan destgirêdayî neman, lê belê bi xurtî me parastina xaka xwe kir."

/kr/uploads/files/2021/10/08/200157_hisen-selmo.webp

Hisên Selmo jî diyar kir ku yek ji armancên sereke yên komploya navneteweyî têkbirina fikir û felsefeya azad a rêber Ocalan û vîna azad a gelê Kurd bû û wiha got: "Dewletên komplo li dijî rêber Ocalan pêk anîne, lê armancên wan bi bin ketin. Ji ber ku felsefeya rêber Ocalan di nava tevahî gel de belav bûye û dê bi hezar salan bimîne."

/kr/uploads/files/2021/10/08/200128_dilar-viyan.webp

Şervana YPJ’ê Dilêr Viyan da zanîn ku armanca Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan gelek in, di serî de têkbirina felsefeya azadiya gelan û azadiya jinan ku hêmaneke bingehîn a felsefeya rêber Ocalan e û ya duyemîn jî şikandina vîna gelan e.

Dilêr Viyan wiha got: "Fikir û felsefeya rêber Ocalan piştî komploya navneteweyî di nava gelên herêmê de ji Kurd û Ereb pir belav bû û wiha got: "Destkeftiyên gelên herêmê yên niha û hêzên leşkerî yên hatine avakirin, encama felsefe û vîna xurt e ku rêber Ocalan di nava gelên herêmê de belav kirine."

Dilêr Viyan da zanîn ku komploya ku 23 sal in berdewam e û berxwedana gelê herêmê yê Kobanê nîşaneya binketina vê komployê ne û ev tişt got: "Belê, rêber Ocalan bi fîzîkî hatiye dîlgirtin, lê fikir û felsefeya wî di mejiyê hemû gelên herêmê de ye."

Dilêr Viyan behsa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên di salvegera 22’yemîn li dijî Serêkaniyê û Girê Spî de kir û wiha pê de çû. "Di salvegera komployê de dewleta Tirk a dagirkr êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kirin û her du herêm dagir kirin. Lê ev yek nayê wateya ku komploger bi ser ketin. Ji ber ku têkoşîna me heta niha berdewam e."

Dilêr Viyan îşaret pê kir ku cîhan tevahî bû şahidê berxwedana hêzên leşkerî û gelê herêmê û cîhanê tevahî hêz û berxwedan gelê herêmê ku xwe dispêre fikir û felsefeya rêber Ocalan nas kir.

Dilêr Viyan behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku hêza ku niha parastina Başûrê Kurdistanê dike û li hember êrişên dewleta Tirk disekine nûnertiya vîna gelê Kurd tevahî dike û ev tişt got: "Tevî hevkariya hin hêzan bi dewleta Tirk a dagirker re mîna PDK’ê, lê tu encam heta niha bi ser nexistin û nikarîn gavekê jî bi pêş de biçin."

/kr/uploads/files/2021/10/08/200041_amara-ciya.webp

Li aliyekî din jî şervana YPJ’ê Amara Çiya îşaret bi mezinahiya Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got: "Gelek hêz beşdarî komployê bûn û armanca wan ji vê yekê ew bû ku berjewendiyên xwe yên li herêmê biparêzin û gelê Kurd qir bikin."

Amara Çiya destnîşan kir ku berxwedana heta roja îro berewam e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Gelên herêmê li gorî felsefeya rêber Ocalan tê dikoşin û dê tevahî komployên li dijî vîna rêber Ocalan têk bibin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/V-gOicZbTas" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>