Rojnameyên erebî: Nakokiyên Tirkiyê-Rûsya li ser Idlibê zêde dibin

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa nakokiyên Tirkiyê-Rûsya li ser Idlibê, danûstandinên di navbera Îran û Rûsyayê de yên têkildarî başûrê Qefqasya û hilbijartinên Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Nakokiyên Tirkiyê-Rûsya li ser Idlibê zêde dibin
7 cotmeh, 2021   08:02
NAVENDA NÛÇEYAN

HEYET TEHRÎR EL-ŞAM NAKOKIYÊN ENQERE Û MOSKOVÊ LI IDLIBÊ DIDOMÎNE

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Idlibê wiha nivîsî: “Sewqiyetên hêzên hikumeta Şamê li Idlibê, nîşan didin ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina Valdimîr Pûtîn, bi bin ket û nikarî aribesta li herêmê misoger bike. Binkeftina Enqereyê di bidawîkirina serweriya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) de hişt ku nakokiyên bi Moskovê re dewam bikin.

Li gorî analîzvanan, hikumeta Şamê bê erêkirina Rûsyayê nikare êrişî Idlibê bike. Ev jî diyar dike ku Moskovê stratejiya xwe ya li herêmê guhertiye. Balafirên şer ên Rûsyayê çarçoveyeke hewayî ji êrişên bejahî yên hikumeta Şamê re peyda dike.

Analîzvan destnîşan dikin ku zêdebûna êrişên balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên opozîsyonê yên li bakur rojavayê Sûriyê, dihêle ku rageşiya di navbera Enqere û Moskovê de yên têkildarî rêbazên pêkanîna lihevkirinên wan ên têkildarî bakurê Sûriyê, zêde bibin. Heta radeyeke mezin Heyet Tehrîr El-Şam Idlibê kontrol dike ku Neteweyên Yekbûyî (NY) wê wek komeke terorîst bi nav dike. Hebûna wê komê li Idlibê bûye sedema nakokiyeke xeter di navbera Rûsya û dewleta Tirk de ya ku desteka van koman dike.

Şopdarên rewşa Sûriyê piştrast dikin ku dewleta Tirk di pratîkê de gelek gav avêtin, lê dîsa jî bi astengiyên mezin re rû bi rû maye, ji wan astengiyan tevgera komên tundraw ên ku ji bin kontrola wê derdikevin.

Duşemê dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê piştrast kirin ku hikumeta Şamê sewqiyatên mezin li eniyên şer ên bi komên opozîsyonê re yên li gundewarê başûrê parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê, pêk anîne.

Derbarê îhtîmala pêkanîna operasyoneke leşkerî de, çavkaniyan destnîşan kir ku daneyên siyasî û meydanî nîşan didin ku dewleta Tirk nikare van koman kontrol bike ku bi awayekî koordînekirî êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê, gund û bajarokên ewle yên li seranserî eniyên şer dikin. Ev yek jî li dijî lihevkirinên di navbera Moskov û Enqereyê de ye.”

RÛSYA Û ÎRAN LI SER ARAMKIRINA BAŞÛRÊ QEFQASYAYÊ LI HEV DIKIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa danûstandinên di navbera Îran û Rûsyayê de yên têkildarî başûrê Qefqasyayê kir û wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov duh bi hempîşeyê xwe yê Îranê Husên Amir Ebdullehyan re li Moskovê civiya.

Li gorî herdu wezîran, di civînê de dosyayên dualî û yên herêmî hatine gotubêjkirin. Di civîna çapemeniyê de diyar bû ku herdu aliyan li ser xurtkirina hevkariyê dualî di hemû waran de, danîna nexşerêyekê ji bo pêkanîna peymana “hevkariya stratejîk”, li hev kiriye.

Dosyaya nukleerî, her wiha geşedanên li başûrê Qefqasya, dosyaya ewlehiyê ya li herêma Kendavê, rewşa Sûriyê û Efganistanê jî di rojeva herdu wezîran de bû.“ 

HEWLDANÊN ÎXWANÊN LÎBYAYÊ YÊN ASTENGKIRINA HILBIJARTINAN ÇAWA BI BIN KETIN?

Derbarê karûbarên Lîbyayê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Qanûna hilbijartinên parlamentoyê ya ku parlamentoya lîbyayê erê kir, gengeşiyek di navbera aliyên siyasî de çêkir, bi taybet ku lîsteyên ferdî li şûna lîsteyên partiyan, pejirand. Her wiha ji ber ku biyara da ku hilbijartinên parlamentoyê hemwextî gera duyemîn a hilbijartinên serokatiyê werin lidarxistin, anku piştî 30 rojî ji bidawîbûna gera yekemîn ya hilbijartinên serokatiyê ku tên payîn 24`ê Kanûnê li dar kevin.

Alîgirên vê qanûnê diyar kirin ku armanc ew e rê li hewldana komplogeran bê girtin yên ku naxwazin hilbijartinên azad ên serokatiyê di dema wê de werin lidarxistin, bi taybet koma Îxwanan û hevalbendên wê. Alîgiran desntîşan kir ku girêdana lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê bi bidawîkirina gera yekemîn ya hilbijartinên serokatiyê ve, vîna gelê Lîbyayê xurt dike.

Çavkaniyên xwedî agahî yên Lîbyayê destnîşan kirin ku Îxwan û hevalbendên wan, bi hinceta amadekirina destûrê armanc dikin ku hilbijartinên serokatiyê dereng bixin. Lê li beramberî wê banga lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê dikin da ku parlamentoyê kontrol bikin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Wê yekê hişt ku Parlamentoya Lîbyayê lidarxistina hilbijartinên serokatiyê wek şert ji bo lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê deyne.

 (şx)