Ji ber bombardûmanê li herêma Amediyê şewat derket

Ji ber bombarandina balafirên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi qadê ket.

Ji ber bombardûmanê li herêma Amediyê şewat derket
7 cotmeh, 2021   08:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber bombarana balafirên dewleta Tirk, li bejahiya navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê agir bi derdora gundê Yekmalê yê herêma Bergarê ket.

Gelek dar û heywan şewitîn. Têkildarî êrişê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.

Dewleta Tirk bi mehan e bi rêk û pêk bombeyan li herêmê dibarîne. Yekser cih û warê sivîlan bombebaran dike. Li dijî gerîla jî çekên kîmyewî bi kar tîne.