Sêyemîn veguhastina neftê ya Îranê ber bi Lubnanê ve gihaşt Sûriyê

Malpera şirketa Tanker Trackers roja çarşemiyê eşkere kir ku tankera sêyemîn a ku sotemeniya Îranê ber bi Lubnanê ve dibe, gihaşt Sûriyê.

Sêyemîn veguhastina neftê ya Îranê ber bi Lubnanê ve gihaşt Sûriyê
6 cotmeh, 2021   09:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera El-Hura, servîsa elektronîk li ser hesabê xwe yê Twitter ragihand ku veguhastina neftê ya sêyemîn ku tê plankirin ku bigihêje Lubnanê, gihaşt bajarê Banîyasê yê peravê Sûriyê.

Hem Sûriye hem jî Îran di bin cezayê Amerîkayê de ne.

Koma Hizbulah dest bi anîna kamyonên ku sotemeniyê ji Iranê werdigirin kir. Ev gav dê krîza dijwar a enerjiyê li welat sivik bike.

Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîqatî meha borî got veguhastina sotemeniya Îranê ya ku Hizbullahê derbasî welêt kiriye, wekî binpêkirina serweriya Lubnanê ye.

Çavkaniyekê ji wezareta derve ya Amerîkayê meha borî diyar kiribûn ku anîna sotemeyê ji welatekî ku di bin cezayên giran de ye; wekî Îranê, ne çareseriyeke domdar a kirîza enerjiyê li Lubnanê ye.

Meha borî anîna sotemeniyê ji welatekî ku cezayên berfireh li ser hene, wek Îran ji kirîza enerjiyê li Lubnanê re ne çareseriyeke dodar e.

Çavkaniyê ku nexwest navê xwe bêje, ji malpera El-Hura re got: "Hikumeta Dewletên Yekbûyî piştgiriyê dide hewldanên ji bo çareseriyên domdar ku dê kêmasiyên enerjî û sotemeniyê li Lubnanê çareser bike. Ya ku ji bo gelê Lubnanê pêwîst dike ev e, ne kampanyayek din a propagandayê ya Hizbulah e."

(dx)