Rojnameyên erebî: Şêwaza têkiliyên welatên Ereb bi aloziya Sûriyê re diguhere

Rojnameyên erebî îro der barê başkirina têkiliyên welatên Ereban ên bi hikumeta Şamê re, kar û barên Lîbyayê û rewşa Filistînê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Şêwaza têkiliyên welatên Ereb bi aloziya Sûriyê re diguhere
6 cotmeh, 2021   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

‘TÊKILIYÊN DEWLETÊN EREB BI EL-ESED RE’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Piştî 10 salan, ji daneyên heyî xuya dibe ku hikumeta Şamê dê li ser desthilatê bimîne. Ji ber wê gelek dewletên Ereb, di serî de Urdin, di çarçoveya çareserkirina herêmî de ku bi başkirina têkiliyan bi Şamê re bi dawî dibe, têkiliyên xwe yên bi Sûriyê re baş kirin. Ev wek gaveke pêşîn e ku hikumeta Şamê li ser asta navneteweyî were naskirin.

Li gel hewldanên Urdinê yên ku qral Abdullah El-Sanî bi erêkirina Amerîka û Rûsyayê ji bo ku hikumeta Şamê were naskirin, dan û standinên komîteya destûrê li Cinêvê piştî 5 geran bê encam man.

Yekşemê qesra Urdunê ragihand ku serokkomarê Sûriyê bi qral Abdullah El-Sanî re bi rêya telefonê axiviye. Li gorî rayedaran, ji 10 salan ve ev cara yekemîn e ku peywendiyek wisa çêdibe.

Hemwextî wê çavkaniyên çapemeniyê eşkere kir ku serokkomarê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî dê di çend rojên bê de bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê re geşedanên li herêmê nîqaş bike. Analîzvanên rewşa herêmê diyar kir ku divê Sûriyê fêm bike ku Urdin dergehê wê ya ber bi civata navneteweyî û erebî ve ye û dê bi rêya Umanê hikumeta Şamê ji nû ve were naskirin.

Bi nêrîna Urdinê, gihandina alîkariya ji Sûriyê re dê alîkariya herêmê û Urdinê bi taybet bike, ji ber ku girtina dergehên bazirganiyê yên bi Şamê re, di aloziyeke aborî re derbas dibe. 

Belgeyeke veşartî ya urdinî ku di vê dawiyê de derketiye holê, eşkere dike ku qralê Urdunê bi serokê Amerîkayê Joe Biden û yê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn re rêbazeke din a dan û standina bi Şamê re nîqaş kiriye. Ev rêbaz siyaseta guhertina rejîmê napejirîne, banga avêtina gavan dike ku reftariya rejîmê hêdî hêdî were guhertin, heta bigihêje wê astê ku hemû hêzên biyanî yên ku di destpêka aloziya Sûriyê de, yanî di 2011`an de derbasî welêt bûne, jê vekişin.

Li gorî analîzvanan, Urdin di çarçoveya vê rêbaza nû ya çareseriyê de gavan ber bi Sûriyê ve diavêje.”

‘HILBIJARTINÊN LÎBYAYÊ DI KANÛN Û DI ÇILEYÊ DE TÊN LIDARXISTIN’

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Parlamentoya Lîbyayê dema lidarxistina hilbijartinên serokatiyê û yên parlamentoyê guhertin. Yên serokatiyê dê di 24`ê Kanûnê de li dar bikevin û yên parlamentoyê dê di Çileyê de bin.

Li gorî AFP`yê berdevkê parlamentoya Lîbyayê Ebdullah Belhîq di daxuyaniyeke çapemeniyê got: “Hilbijartina parlamentoyê dê piştî hilbijartina serokê welêt bin.”

Belhîq wiha domand: “Parlamento girîngiyê dide lidarxistina hilbijartinên serokatiyê da ku pêvajoya heyî derbas bikin û rewşeke aramtir pêk were. Piştî 30 rojan, komseriya hilbijartinên dê dest bi hilbijartinên parlamentoyê bike.”

Girêdayî partiyan Belhîq got: “Qanûna hilbijartinan parlamentoyê, tevlêbûna partiyan qedexe nake lê bi şertê ku bi awayekî takekesî û ne lîste, tev li hilbijartinan bibin.”

Serokê parlamentoyê Eqîle Salih bê dengdayîn qanûna hilbijartinên serokatiyê erê kir, ji ber wê aliyên siyasî aciz bûn. Piştî wê kêmtirî mehekê, parlamentoyê qanûna hilbijartinên parlamentoyê erê kir ku tê payîn dawiya vê salê li dar bikevin.”

‘PARÇEBÛN FILISTÎNÊ BI ASTENGIYÊN MEZIN RE RÛ BI RÛ DIHÊLE’

Têkildarî Filistînê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di çend saetên dawîn de komîteya hilbijartinan a Filistînê di çarçoveya lidarketina gera yekemîn a hilbijartinên herêmî de ku tê payîn di 11`ê Kanûnê de li dar bikevin, dest bi qonaxa qeydkirin, belavkirin û îtîrazkirinê kir. Li gorî çavdêran, komîte bi vê yekê dixwaze encamên derengxistina hilbijartinên giştî veşêre.

Îro piştî rageşiya lidarxistina hilbijartinên herêmî, nakokiyên nû di navbera aliyên Filistînê de derdikevin. Hinek pê re ne, hinek li dij in û hinek jî rexne dikin. Ji ber ku desthilata Filistînê hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê paşguh dike. Ji ber wê gelek kes ji van hilbijartinan bedbîn in.

Li gorî rêveberê tevgera Hemasê Sabrî Saydem, derengxistina hilbijartinên parlamentoyê bi awayekî neyînî bandorê li lihevhatina aliyên filistînî kir. Gelek kes di tevgerê de banga lidarxistina hilbijartinên parlamentoyê û yên herêmî dikin ku hemwextî wê li Xeza û Dîfa Xerbiye li dar bikevin.”

(şx)