Dagirkeran li Efrînê 3 sivîlên din revandin

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê 3 sivîl revandin û îşkence li wan kir.

Dagirkeran li Efrînê 3 sivîlên din revandin
5 cotmeh, 2021   11:15
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî revandina sivîlan didomînin.

Çavkaniyekê ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên koma El-Hemzat 3 welatiyên ji gundê Fafirtîn ê navçeya Şêrawayê revandin û îşkence li wan kir.

Li gorî çavkaniyan kesên hatine revandin ev in; Ekrem Hisên, Mihemed Xalid û hevjîna wî Nazê Omer Ehmed.

Çavkaniyê destnîşan kir ku çeteyan piştî ku îşkence li Nazê Omer Ehmed kir, ew serbest berdan.

(dx)

ANHA