22 rêxistinên sivîl hewldanên PDK`ê yên ketina Şengalê şermezar kir

22 yekitî û rêxistinên sivîl ên TEV-DEM`ê daxuyaniyek da raya giştî, tê de hewldanên PDK`ê yên ketina Şengalê şermezar kir û hate gotin ku PDK`ê armanc dike destkeftiyên civaka êzidî ji holê rake.

22 rêxistinên sivîl hewldanên PDK`ê yên ketina Şengalê şermezar kir
5 cotmeh, 2021   10:28
QAMIŞLO

Daxuyanî li pêşiya avahiya giştî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li bajarê Qamişlo ji aliyê endamê TEV-DEM`ê Ayd Îbrahîm ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

 “Tevgera Kurd di vê qonaxê de hewl dide yekitiya refa kurdî pêk bîne, da ku armanc û hêviyên gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê pêk bîne. Ji bona wê jî têkoşîna xwe didomîne û ji bo parastina ewlehiyê ji bo hemû gelên herêmê fedekariyan dide.

Tevgera Rizgariya Kurdistanê li Şengalê ji bo parastina Êzidiyan bi sedan şehîd da. Ruxmî hemû fedekariyên wê yên li hemberî DAIŞ`ê û ji bo rizgarkirina Şengalê dane jî, lê PDK`ê bi desteka dewleta Tirk hewl dide êrişî Şengalê bike.

Kiryarên PDK`ê di vê demê de li dijî doza kurdî ne. Tenê dixwaze hevalbendê xwe yê Tirk razî bike. Tevî wê jî li Şengalê aramî heye û hêzeke wê bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) heye ku gel ji komkujiyan diparêze. Şengaliyan bi xwe rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava kir.

Em ji tevgerên PDK`ê yên li herêma Xelîfanê bi fikar in. PDK`ê bi kemînekê 5 hevalên me şehîd xistin.

PDK`ê bi van kiryarên xwe yên dijminane armanc dike ku destkeftiyên civaka êzidî ji holê rake. Divê PDK`ê dev ji mîna van kiryarên dikevin xizmeta berjewendiyên dijminên Kurdan, berde.

Divê hêzên nîştimanî yên demokratîk û civakî yên Kurdistanê li gorî berpirsyariya exlaqî û nîştimanî li hemberî siyasetên PDK`ê û civaka kurdî bi giştî û ya êzidî bi taybet, tevbigerin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fAJ1VhghWzo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>