Danûstandinên Soçiyê, Tirkiyê di navbera Rûsya û DYA'yê de winda kir

Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan li Soçiyê civiyan. Civîn bê daxuyanî û encanameyeke zelal bi dawî bû. Têkildarî axaftina Rûsya ya li ser pêkanîna lihevkirinên Idlibê û nakokiyên Erdogan û Washingtonê yên girêdayî çekên rûsî, encamên van danûstandinan ne diyar dimînin.

Danûstandinên Soçiyê, Tirkiyê di navbera Rûsya û DYA'yê de winda kir
5 cotmeh, 2021   06:00
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitriy Peskov roja pêncşemê ji rojnamegeran re got, Pûtîn û Erdogan di hevdîtina xwe ya çarşema borî de girîngiya pêkanîna peymana wan a valakirina parêzgeha Idlibê ji endamên terorîst destnîşan kirin, ku xeteriyekê çêdikin û êrişên artêşa Sûriyê dikin.

Dmitriy Peskov detayên zêdetir ên danûstandinên di navbera her du serokan de li ser dosya Sûriyê neda.

Li aliyekî din jî serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan got, wî bi Vladimîr Pûtîn re li ser berdewama têkiliyên di navbera her du welatan de ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê bi giştî û Idlibê taybet li hev kirine. Her wiha got, ev têkilî dê  li ser asta wezîr û saziyên îstîxbaratê bin. Erdogan hevdîtina bi Pûtîn re erênî wesif kir.

Ji van daxuyaniyan diyar dibe ku di danûstandinan de tu çareserî derbarê Idlibê de, bi taybet rêya navneteweyî ya Heleb-Laziqiyê M4 nehatin dîtin, ji ber ku  dewleta Tirk tu sozên xwe yên têkildarî peymana Adara 2020’an a di navbera Pûtîn û Erdogan de ya li ser rêya M4 pêk neanîn.

'HEBÛNA RÛSYA Dİ DOSYAYA SÛRİYÊ DE XURT E'

Girêdayî vê yekê rojnameger û şîrovekarê siyasî yê sûrî Malik Hafiz wiha got: "Ji daxuyaniyên her du serokan eşkere dibe ku lihevkirinên berê yên derbarê Sûriyê de nexasim lihevkirinên li ser herêmên bakurê rojava wê hilneweşiyane. Qet nayên texmînkirin ku lihevkirinên her du aliyan werin hilweşanîn. Ji ber ku têkiliyên Rûsya-Tirkiyê xwe dispêrin berjewendiyên stratejîk. Ji lew re ji van danûstandinan tê nirxandin ku ev amadekariyên lihevkirinên rûsî-tirkî yên fireh li herêmên bakurê rojavayê Sûriyê ne. Ev civîn xala pêşî ya zêdebûna destwerdana Rûsiya li dosyaya Sûriyê li ser hesabê serweriya aliyên dîtir e."

29’ê Îlonê hevdîtineke di navbera Pûtîn û Erdogan de pêk hat. Ev hevdîtin a yekemîn piştî civîna dawî ya Adara 2020’an bû.

Di wê civînê de her du aliyan, li ser agirbestê li seranserî eniya şer yên Idlibê yên di navbera çeteyên dagirkeriya Tirk û hêzên hikumeta Şamê de û avakirina "Korîdoreke ewlehî" 6 kîlometre li bakur û 6 kîlometre li başûrê rêya M4 li hev kirin.

Rêya M4 parêzgehên Heleb û Laziqiyê ku di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de ne bi hev ve girê dide. Di çend mehan de dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê li ser rê hatin meşandin, paşê bi hez hatin rawestandin.

PÊKANÎNA LIHEVKIRINÊ BERÊ

Li aliyekî din jî nivîskarê rojnamger ku li Rûsya dimîne Raid Cebir got, di bingeh de danûstandin ji çarçoveya xwe derneketine, ji ber ku parastina lihevkirinên berê kir û mekanîzmeyek ji bo çalakkirina wan danî.

Cebir bi domdarî got: "Mekanîzmeya hevkariya leşkerî, ewlehî û dîplomasî heye, da ku bi lez zextê li komên ku qebûl nekirin herêmê tampon vala bikin, mîna rêya M4 bikin. Mijara cûdakirina koman ji hev ku tê wesifkirin mutedil in û Rûsya jî wan bi teroran bi nav dike mijareke girêk û telihev e. Diyar ku zehmet e lihevkirineke ji bo çareserkirina vê mijarê çêbibe. Di navbera Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) de û gelek koman de girêdaneke mezin heye. Lê ya bingeh ew e ku êriş werin rawestin û herêma ku hatiye diyarkirin were valakirin."

‛DIBE KU DI DEMEKE NÊZ DE ENCAM WERIN EŞKEREKIRIN’

Têkildarî encamên danûstandinan Malik Hafiz ev tişt got: "Bawer dikim ku Pûtîn xwestekên xwe ji Erdogan re dûbare kirin, ji wan xwestekan, kontrolkirina rêya M4, vekirina dergehên bazirganiyên hundirîn, her wiha avêtina gavên serkeftî di dosyaya hêzên terorîst de bi taybet serweriya Heyet Tehrîr El-Şamê li Idlibê. Dibe ku di demeke nêz de em van encaman bibînin. Dibe ku Rûsya êrişên xwe li dijî herêmên din ên başûrê Idlibê heta bi herêmên nêzî rêya M4 yên rojavayê Idlibê dijwar bike."

Ji zêdetirî mehekê ye ku balafirên şer ên Rûsyayê gundewarê Idlibê, bi taybet gundewarê başûr "Çiyayê Zawiyê" bomebebaran dikin.

Her wiha di rojên borî de balafirên Rûsyayê nuqteyên çeteyên dewleta Tirk ên li Efrîna dagirkirî jî bombebaran kirin, ev yek jî rageşiyekî nû ye û peyameke zextê ya beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan bû.

Piştî hevdîtinê, Rûsya û hêzên hikumeta Şamê êriş li dijî "herêma bêçek" zêde kirin. Têkildarî girêdana êrişên dawî yên li ser Idlibê bi hevdîtinên Soçiyê re Hafiz ev nirxandin: "Ez texmîn dikim ku êriş encamên lihevkirina veşartî ya di navbera her du aliyan de ye û eşkere dike ku Rûsya hewl dide serweriya xwe li ser bakurê rojavayê Sûriyê fireh bike. Ev serwerî dê li çiyayê Zawiyê û bejahiyên bakurê Laziqiyê û hin herêmên rojavayê Idlibê be."

‛ÇAVÊ DEWLETA TIRK LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YE’

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk her tim di îmzekirina peymanan bi aliyê Rûsyayê re hewl dide herêmên di bin serweriya çeteyan de li beramber erêkirina êrişên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radest bike. Lê diyar e ku hewldanên wê bi serdana Erdogan a dawî li Amerîka û Rûsyayê re bi bin ketin. Lê serdana şandeya MSD’ê û Rêveberiya Xweser a ji her du welatan re bi ser ket.

Li ser armanc û xwesteka dewleta Tirk Hafiz wiha anî ziman: "Dewleta Tirk îdia dike ku li herêmên seranserî sînora wê bê aramî heye, lew ra hewl dide wê bi dawî bike. Bi wê yekê dixwaze serweriya li gelek herêmên di bin serweriya QSD’ê de ferz bike. Lê tê texmînkirin Rûsya li ser êrişan erê kiriye, lê Rûsya nikare sozeke mutleq li ser wê yekê bide dewleta Tirk.

Rûsya xwe wekî kontrolê sereke li ser dosya Sûriyê dibîne û nabe derfetê bide Tirkiyê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş keve. Di vir de em dikarin îşaret bi vê yekê bikin; îhtîmal heye ku Rûsya hewl bide diyalogeke hevkariyê bi Rêveberiya Xweser re pêk bîne, ku bi rêya aktîvkirina diyalogan bi Şamê re rêbazên pêkanîna ewlehiyê li herêmên Rêveberiya Xweser gotûbêj bikin. Ew yek jî dibe sedem ku bi dewleta Tirk re tu lihevkirinan derbarê destwerdanan de bi çi hincetan pêk bîne."

Li ser vê yekê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed, ku li Amerîka ye û beriya wê jî serdana Rûsyayê kiribû, gotibû Rêveberiya Xweser amade ye diyalogan bi dewleta Tirk û hikumeta Şamê re pêk bîne da ku nakokî bi rêbzên aştiyane werin çareserkirin.

'TU LIHEVKIRINÊN DERVEYÎ IDLIBÊ NAYÊN NÎQAŞKIRIN'

Têkildarî hebûna peymaneke veşartî li ser herêmên derveyî Sûriyê di navbera Rûsya û Tirkiyê de Hafiz got: "Çi peymanên derveyî Idlibê ne di nîqaşan Rûsya û Tirkiyê de ne û nayê pêkanîn. Sedema vê yekê hebûna Amerîkayê ye. Dema rêveberiya Biden de hevsengiyeke baş ji ya rêveberiya Trump baştir pêk anî. Lê hebûna Amerîkayê di vê demê de ji çi merheleyên berê bi hêztir e. Ne pêkan e bi Rûsya û dewleta Tirk re li ser çi planên li herêmên tê de hezên Amerîkayê hene bêyî li Washingtonê vegerin, li hev bikin."

Kovara Newsweek da zanîn ku Erdogan eşkere kiriye tu zemîneke hevbeş bi Biden re pêk neanîn û piştî civîna NY’yê ji rojnamegeran re got di nîqaşên bi Biden re tu encamên erênî bi dest nexistin. Her wiha eşkere kir ku dê têkiliyên xurttir bi  Rûsyayê  re deyne.

Li ser bandora nakokiya di navbera Erdogan û rêveberiya Biden de li ser lihevkirina bi Moskovê re rojnamevan Malik Hafiz ev tişt anî ziman: "Ez nabînim ku nakokiya di navbera Erdogan û rêveberiya Biden de ber bi nakokiyeke mezin ve biçin ku Enqereyê tengavtir bike. Ji ber ku pêdiviya dewleta Tirk bi têkiliyên bi NATO’yê re hene û ne pêkan e dev jê berdin an jî nakokî zêdetir. Lê dê nakokî bihêlin dewleta Tirk li Sûriyê ji Rûsyayê ve nêz bibe û Enqere wek kaxizeke fişarê li dijî Amerîkayê be. Lê ne pêkan e dewleta Tirk dev ji  têkiliyên xwe bi DYA’yê re li hember kûrkirina hevkariyê bi Rûsyayê re berde."

‛DEWLETA TIRK NE YA QEZENCKER E’

Acizbûna dewleta Tirk ji rêveberiya Amerîkayê piştî serketina serdana MSD’ê û Rêveberiya Xweser ji Washingotinê re zêde bû. Ji ber rêveberiya Amerîkayê piştrast kir ku ew ê piştevaniya QSD'ê û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser berdewam bike

Hafiz helwesta dewleta Tirk a niha nirxand û wiha got: "Helwesta rêveberiya Amerîkayê ya niha her êrişeke leşkerî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikeve. Ev helwest wê di rojên bê de jî neyê guhertin. Li beramberî wê Rûsya dixwaze serdestiya xwe di hundirê dosyaya Sûriyê de zêde bike. Ji bo vê em dikarin bêjin ku  Tirkiyê niha ne di rewşeke serkeftinê de ye. Tirkiyê dê hewl bide serweriya xwe ya niha ji dest nede, herî kêm dixwaze destkeftiyên ku di dawiya 2019’an bi dest xistine biparêze."

'AXAFTINA ERDOGAN LI SER ÇEKA RÛSYAYÊ BERKETA LI SER NAKOKIYA AMERÎKA-TIRKIYÊ YE'

Erdogan ji piştevaniya Amerîka ji Rêveberiya Xweser û QSD’ê re bi hêrs bû û rêveberiya Biden rexne kir. Piştî danûstandinên wî bi Pûtîn re li ser peymanên çekan bi Rûsyayê re axivî û got, dewleta Tirk li ser gavên zêde yên hevbeş têkildarî kargehên parastinê bi Rûsyayê re li ser motorên balafiran, balafirên şer û keştiyan nîqaş dike.

DYA’yê gef li dewleta Tirk xwarin û got"Heger beşeke nû ji çek û alavên leşkerî yên Rûsyayê bikire dê encamên xirab ji xwe re bîne."  Her wiha jê xwest ku dev ji van niyetan berde.

Rojnameger Raid Cebir jî got nakokiya tirkî-amerîkî hişt ku Erdogan vê kaxizê bi kar bîne û wiha axivî: "Yek ji nîqaşên Erdogan û Pûtîn pêşxistina hevkariya leşkerî bû, lê belê ev nayê wateya ku dewleteke endamê NATO’yê mîna dewleta Tirk dê xwe bispêre çeka Rûsyayê. Bê guman ev yek pêk nayê. Lê Erdogan vê kaxizê ji bo xwe bi sûd dibîne. Di heman demê de ji bo Rûsya jî bi sûc û ji bo Rûsya bi sûd dibîne. Ji ber ku Rûsya dixwaze bi vê yekê li hember rojava bisekine û nakokî di navbera endamên NATO’yê bimînin."

Cebir wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev mijar ji bo wê girîng e, ji ber sûdwar e û dizane Erdogan li dijî NATO’yê û Amerîka tev nagere. Lê her du ji vê rewşê sûdê digirin. Ji lew ra dema Erdogan dibêje ew ê peymanên nû yên çekan bi Rûsyayê re pêk bînin û çekan bikire, ev yek peyameke li dijî Amerîka ye."

(fr)

ANHA