Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê: Projeya Ocalan bi çarenûsa rast a tevahî mirovahiyê re têkildar e

Serokê Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê Soly Mapaila, piştgiriya xwe ji kampanya `hashtag` a ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan re nîşan da û diyar kir ku projeya rêber Ocalan ji bo pêşeroja gelê Kurd bi çarenûsa rast a tevahiya mirovahiyê re, têkildar e.

Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê: Projeya Ocalan bi çarenûsa rast a tevahî mirovahiyê re têkildar e
3 cotmeh, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê dê 8`ê Cotmehê kampanya `hashtag` ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan destpê bike. Ji aliyê gelek welatên cîhanê û Rojhilata Navîn biştgirî ji vê kampanyayê re hatiye dayîn.

Siyasetmedar, akademisyen û nivîskarên li Afrîkaya Başûr, Îtalya û Brezîlyayê bang tevlîbûnê kampanyayê hatiye kirin.

Yek ji piştevanên kampanyayê Serokê Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayê Soly Mapaila ye. Soly Mapaila bi rêya malpera Meclisa Medyaya Dijîtal a Kurdistanê bi dîmenkê banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kir.

Serokê Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayayê Soly Mapaila got : “Rêber Ocalan di tekoşînên rizgariya sosyalîst û neteweyî de mînaka herî girîng e, dilsoziya wî ya bi prensîbên xwe û aştiya bi adil, bê hempa ye. proje wî ya ji bo pêşeroja gelê Kurd bi çarenûsa rast a tevahiya mirovahiyê re têkildar e.”

Solya Mapaila di axaftina xwe de bal kişand ser daxwaza rêberê wan Nelson Mandela têkildarî azadkirina rêber Ocalan û wiha got: “Em tevlî daxwaza rêberê xwe yê nemir dibin li ser azadkirina Rêber Ocalan bi awayeke yekser û bê şer tû merc ji girtîgeha Îmralî.”

Serokê Partiya Komunîst a Başûrê Afrîkayayê Solya Mapaila ji bo tekoşîna gelê Kurd serkeftin xwest û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Yên ku rêber Ocalan dane girtin em wan şermezar dikin, her wiha em bang li hemû gelên pêşverû û civaka navneteweyî dikin ku ji bo azadkirina rêber Ocalan zextê li hikumeta Tirk bikin.”

 ANHA