Malbatên Şehîdan: PDK`ê bi îxanetê alîkariya Erdogan dike

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî şehîdxistina 5 gerîlayan ji aliyê PDK`ê ve û got: “PDK`ê bi vê îxanetê dixwaze Erdogan ji tengaviyê xilas bike.”

Malbatên Şehîdan: PDK`ê bi îxanetê alîkariya Erdogan dike
3 cotmeh, 2021   11:11
QAMIŞLO

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku ji koma wan ya 7 gerîlayên li Xelîfanê ketin kemîna PDK'ê, zelal bû ku 5 hevrêyên wan şehîd bûne, hevrêyekî wan jî dibe ku bi birîndarî dîl hatibe girtin û hevrêyekî wan jî bi saxî rizgar bûye û xwe gihandiye wan.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo derbarê mijarê de daxuyaniyek da. Her wiha fermandara YJA-Starê Nisrîn Temir “Tolhildan Raman” kul i Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû, bi bîr anî.

Daxuyanî li pêşiya mala şehîd (Tolhildan Raman) a li taxa Hilêliyê ya li Qamişlo bi amadebûna malbata şehîd û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat dayîn. Daxuyanî bi herdu zimanên erebî û kurdî ji aliyê hevserokên Meclisa Malbatên Şehîdan Mehsûm Hesen û Hêvî Seyd ve hate xwendin.

Mehsûm Hesen sersaxî ji malbata hemû şehîdan re xwest û diyar kir ku di demekê de ku gelê Kurd dixwaze destkeftiyên dîrokî bi dest bixe û di qonaxeke dîrokî re derbas dibe, bi dehan keç û xortên Kurdan bi destê hêzên PDK`ê ya noker şehîd dibin.

Mehsûm Hesen her wiha daxuyand ku kemîna PDK`ê li herêma Xelîfanê ji komeke gerîlan re daniye û tê de hejmareke gerîla şehîd bûne, ne bûyereke nû ye û beriya niha jî bi dehan gerîla ji aliyê PDK`ê ve hatine hedefgirtin û wiha dewam kir: “PDK`ê bi vê îxanetê dixwaze Erdogan ji tengaviyê xilas bike û ew hebûna xwe bi hebûna Erdogan re dibîne.”

Mehsûm Hesen bang li gelê Başûrê Kurdistanê û partiyên demokratîk kir ku bêdeng nemînin û divê her kes li hemberî kiryarên PDK`ê dengê xwe bilind bike.

(sb)

ANHA