Li Idlibê çeteyekî Partiya Îslamî ya Turkistanî hat kuştin

Li bajarê Idlibê di hundirê depoyeke cebilxaneyê de li taxa Wadî El-Nesîm teqînek çêbû. Di encamê de endamekî çeteyên Partiya Îslamî ya Turkistanî hate kuştin û 4 çeteyên din jî birîndar bûn.

Li Idlibê çeteyekî Partiya Îslamî ya Turkistanî hat kuştin
3 cotmeh, 2021   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di encama teqîna depoya cebilxaneyê de li taxa Wadî El-Nesîm li bajarê Idlibê endamekî çeteyên Partiya Îslamî ya Turkistanî hat kuştin û 4 çete jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku duh li taxa Wadî El-Nesîm li bajarê Idlibê şer rû da û di encamê de, çeteyek hate kuştin.

SOHR'ê diyar kir ku herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de li gundewarên Idlib, Heleb, Hema û Lazîqiyê ji Nîsana sala 2018'an heya niha ve zêdetirî 797 kes hatine qetilkirin.

(dx)