ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-10-2021
2 cotmeh, 2021   23:00

- Ciwanên Kobanê got, qetilkirina têkoşer Şukrî Serhad sûcek li dijî mirovahî û li dijî doza kurdî wesifandin û banga eşkerekirina kujeran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên li herêma Firatê tevliheviyên ku endamên ENKS`ê li herêmên Rojava derdixînin, şermezar kir û wekî pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker bi nav kir û got, çima endamên wan li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dernakevin xwepêşandanan? (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Avaşîn Misto got, ji bo misogeriya parastina herêmê divê gel xwe li gorî pîvanên şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike û beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzer Mehmûd Nebî ku ji koçberên bajarê Cerablusê ye, diyar kir ku Ii herêmên dagirikirî diyardeya firotina malên sivîlan ji aliyê çeteyan ve, derketiye holê. Nebî têkildarî mijarê bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Telal Mihemed bang li hêz û partiyên siyasî yên kurdî kir ku li hemberî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk bisekinin. Telal Mihemed diyar kir ku civaka navneteweyî di bikaranîna çekên kîmyewî li dijî kurdan de  dibe şirîkê dewleta Tirk. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Nivîskarê lêkolînên siyasî û têkiliyên navneteweyî Tonî Roblon diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi rêya şerê avê û bikaranîna Firatê wek çekeke siyasî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ku pirçandiya li herêmê têk bibe û şerekî navxweyî derbixe.

- Profesor Robin Safrasdian hişyarî ji xeteriya ku Erdogan li ser dewletên derdor çêdike da û got, Erdogon bi rêya hilbijartinên 2023`yan dixwaze "Tirkiya Erdogan" ava bike û bi vê yekê zexta diktatorî di hundir de dê zêde bike û dê bibe xetertirîn li ser derdor.

-Hevserokê PADÊ Omer Salih diyar kir ku dê li dijî bicihkirina hêzên PDK'ê li Şengalê li ber xwe bidin û got “PDK biryaran bi dewleta Tirk re dide û hewl dide tişta ku DAIŞ'ê nekarî bike, temam bike.”

HEVPEYVÎN

- Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku hêza herî zêde bi pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" hembêz kiriye, gerîla ye û got "Têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê dê bihêle ku hemû gelên Rojhilata Navîn nefese hildin.

CÎHAN

- Li Soçiyê di navbera Erdogan û Pûtîn de civîneke hate lidarxistin, lê têkildarî encamên civînê tu kongreyên çapemeniyê an jî daxuyanî nehatin dayîn, ev yek dijwariya lihevkirinan nîşan dide. Li aliyekî din Erdogan hewl dide destkeftiyên aborî li Efganistanê bi dest bixîne û hebûna tirkan li wir dike hehane.

CIVAK Û JIYAN

- Rêveberê Nexweşxaneya Gel a bajarê Hesekê diyar kir ku pêla çaremîn a vîrusa Koronayê xurt û xeter e û dibe ku bibe sedema nexweşiya nexweşiya sehaye. Her wiha bang li şêniyan kir ku xwe ji vîrusê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Li Bakurê Kurdistanê osmaniyan ew hilweşand û komkujî li dijî suryan û ermenan pêk anîn. Gundên wan şewitandin û kesên ku hatin rizgarkirin berê xwe dan Rojava û lê bicih bûn. Jinûve dêra xwe ava kirin da ku dîroka wan bibe şahîda sûcên osmaniyan ku niha dewleta Tirk dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA