Pro. Safrasdian: Erdogan dê li hundir û derveyî Tirkiyê xetertir bibe

Pro. Robin Safrasdian ji xeteriya Erdogan li ser dewletên derdor hişyarî da û got, Erdogon bi hilbijartinên 2023`an dixwaze 'Tirkiyeya Erdogan' ava bike û bi vê yekê dîktatoriya xwe li hundir zêde bike û li ser werlatên cîran xetertir bibe.

 Pro. Safrasdian: Erdogan dê li hundir û derveyî Tirkiyê xetertir bibe
3 cotmeh, 2021   06:19
QAHÎRA –EMANÎ EZAM

Partiyên Tikr yên muxalîf hewl didin şaştiyên Erdogan li dijî wan pêk tîne, bi kar bînin. Muxalefet kaxiza aborî, bandorên siyaseta Erdogan û çalakiên wî li derveyî Tirkiyê bi kar tînin, nexasim niyeta wî ya kirîna beşekî nû ji moşekên S-400 yên rûsî û gefên Amerîka yên ferzkirina cezayan.

Di vê derbarê de, Gerîndeyê Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Akademiya Zanistî ya Ermenistanê Profesor Robin Safrasdian got, siyaseta destwerdana li welatên din ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan dimeşîne, berhemdariyên Tirkiyê dide windakirin. Her wiha bal kişand ser şaştiyên mezin ku Erdogan di siyaseta hundirîn de dike nexasim ên aborî ku dihêle Erdogan û partiya wê bi paş bikevin. 

Saferasdian piştrast kir ku hê jî sala 2023`an ji bo Erdogan girîng e û wiha domand: "Erdogan dixwaze avakirina Tirkiyeke nû di wê salê de raghîn, 'Tirkiyeya Erdogan'. Ev jî dihêle ku hêza xwe kom dike û ji bo misogerkirina serkeftina partiya AKP`ê di hilbijartinan de hemû gavên pêwîst digire.

Robin Saferasdian wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bawer im ku dê dîktatoriya li Tirkiyê zêdetir bibe. Di asta derve de jî, dê Tirkiye xeteriyeke mezintir li ser cîranên xwe çêbike.”

 (bx)

ANHA