Malbatên şehîdan: ENKS'ê ji DAIŞ'ê xetertir e

Malbatên şehîdan ên li herêma Firatê tevliheviyên ku endamên ENKS`ê li herêmên Rojava derdixînin, şermezar kir û wekî pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker bi nav kir û got, çima endamên wan li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dernakevin xwepêşandanan?.

Malbatên şehîdan: ENKS'ê ji DAIŞ'ê xetertir e
3 cotmeh, 2021   03:07
KOBANÊ

helwestên malbatên şehîdan li herêmê di demekê de hat ku ENKS'ê hewl dide bi behaneya buhabûna hin madeyên xwarin û sotemeniyê derkevin xwepêşandinan û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pirsgirêkan derxînin. ENKS`ê çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk a dagirker ên revandina sivîlan û talankirina mal û milkên wan li herêmên dagirkirî re jî girtine.  

' KOMEK TEXRÎBKAR Û AJANÊN DEWLETA TIRK A DAGIRKER IN'

/kr/uploads/files/2021/10/02/192449_-.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Cîhan Bozan got ENKS'ê komek texrîbkar û ajanên dewleta Tirk in ku bi rêbazên curbecur hewl didin ku ewlehî û aramiya herêmê têk bibin da ku dewleta Tirk a dagirker bidin razîkirin û pereyan jê werbigirin. Ji ber vê yekê li ser hesabê Kurdan van karên  

Her wiha Cîhan Hesen da xuyakirin ku ger ENKS'ê bi rastî Kurd in, divê daxuyaniyekê ji bo şermezarkirina sûcên îstîxbarata Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bidin. Lê mixabin ew bûne ajanên dewleta Trik û ji bo wan pere ji jiyana her şehîdekî girîngtir e.

' ENKS'Ê JI ÇETEYÊN DAIŞ XETERTIR E '

/kr/uploads/files/2021/10/02/192715_-.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê Fethî Elî jî got: "Eger em dixwazin li ser ENKS'ê biaxivin, divê em bizanin ka ev meclis çawa hatiye avakirin. Ew komek ji kesên ji çend partiyên Kurdî veqetiyane û ketine bi fermana Tirkiyê û ajanên wê yên li herêmê ne. Ev kom bi tevlîheviyan planên dewleta Tirk li herêmê pêk tînin û ew ji ji çeteyên DAIŞ xetertir in.

Elî destnîşan kir ku di van salên dawîn de ENKS'ê di nav ajanên dewleta Tirk de di rêza pêşîn de li Rojava cih digire. Bêdengiya ENKS'ê derbarê van sûcan de delîla herî mezin e ku ew şirîkê wan e.

'ÇIMA ENKS'Ê LI EFRÎN Û HERÊMÊN DIN ÊN DAGIRKIRÎ DERNAKEVIN XWEPÊŞANDANAN?'

/kr/uploads/files/2021/10/02/192731_-.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şukriye Muslim jî got: "ENKS'ê ji destpêka damezirandina xwe de tevliheviyan derdixe. Ji bilî xerabiyê çi ji Kurdan re pêşkêş kiriye? Ji bilî rewakirina dagirkeriya Tirk li herêmê çi kiriye? Ji bilî bidestxistina berjewendiyên xwe tiştekî din nake. Di demeke ku Kurd bi komployeke mezin re rû bi rû ne de van tevlîheviyan derdixe, ev karê xerab nakev xizmeta berjewendiyên Kurdan."

Şukriye di dawiyê de wiha pirs kir: "Çima endamên ENKS'ê li Efrîn û herêmên din ên dagirkirî danakevin qadan û xwepêşandanan li dar naxin? Çima ENKS`ê bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çembera li ser herêmê şermezar nake?."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AYIdDHb3PmY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>