​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 151 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriye ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku 151 kesên din bi vîrusa Korona (Covid-19) ketin, 9 kesan jiyana xwe ji dest da.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriye 151 kesên din bi Koronayê ketin
2 cotmeh, 2021   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteyê diyar kir ku 9 kesên jiyana xwe ji dest da mêrek û 2 jin ji Hesekê, mêrek û jinek ji Qamişlo û mêrek ji Rimêlan û du mêr û jinek ji Kobanê ne.

Desteyê diyar kir ku 151 kesên din  bi vîrusa Korona ketine ew 88 mêr in û 63 jin in. Her wiha rewşa 8 nexweşan baş bûye.

Li gorî desteyê, bi van daneyan hejmara pêketiyên vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriye  gihaşt 28 hezar û 265 kesî, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 994, her wiha hejmara kesên baş bûne gihişt 2 hezar û 180.

(dm)