​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundekî bajarokê Amêdiyê bombebaran kirin. Ji ber bombebaranê ziyanek mezin bi jîngeha deverê ket.

​​​​​​​Balafirên dewleta Tirk gundekî Amêdiyê bombebaran kir
2 cotmeh, 2021   13:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnews'ê, piştî saetên nîvro jî balafirên dewleta Tirk derdora gundê Zêwka yê Şêxa ya ser bi bajarokê  Amêdiyê ve bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de ziyanek mezin giha jîngeha deverê.