Hêzên Sûriya Demokratîk çeteyekî DAIŞ`ê girt 

Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku wan çeteyekî DAIŞ`ê ku mayînan çêdike, girtine.

Hêzên Sûriya Demokratîk çeteyekî DAIŞ`ê girt 
2 cotmeh, 2021   12:08
 NAVENDA NÛÇEYAN

QSD'ê diyar kir ku yekîneyên taybet ên hêzên wan bi piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî endamekî rêxistina terorîst a DAIŞ ku mayînan çêdike û vediguhezîne şaneyên li  herêmên Hesekê û Dêrazorê, girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ragihand ku îro ew çete di hundirê mala wî de li herêma Merkade ya li gundewarê başûrê Hesekê girtin.

Li gorî QSD'ê, miqdarek alavên çêkirina mayînan, çek, cebilxane, belge û alavên teknîkî bi çeteyê DAIŞ'ê re hatin dîtin.

(dx)