Li Silêmaniyê bikaranîna çekên kîmyawî hate şermezarkirin

Li Silêmaniyê bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, bikaranîna çekên kîmyawî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate şermezarkirin û bang li her kesê hate kirin ku li dijî karanîna çekên kîmyawî bibin xwedî helwest.

Li Silêmaniyê bikaranîna çekên kîmyawî hate şermezarkirin
30 îlon, 2021   19:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Cadeya Sehule ya Silamaniyê bi pêşengtiya Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê, bikaraîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li hemberî gerîlayên azadiyê bi çalakiyekî hate şeremzarkirin.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, “Bijî berxwedana gerîla”, “Bimre xiyanet” û “Birûxe faşîzim” hatin berzkirin.

Endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Şehîn Ranya daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Têkçûna artêşa Tirk û serkeftina gerîlayên Kurdistanê dewleta Tirk berbi şikestinê ve biriye. Lewma serî li bikaranîna çekên qedexekirî dide. Gelê Kurd çavgirtina NATO’yê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li sûcên dewleta Tirk weke şirîkatiya sûcên Tirkiyeyê dibîne.”