Hêzên Ewlekariya Hundirîn nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan vekirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li seranserî herêmên Bakur û Rojhlatê Sûriyê nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan hatin vekirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan vekirin
30 îlon, 2021   16:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan hatin vekirin. Armanca vekirina van nivîsgehan, rewşa destgirîkiriyan û sedema ku hatine destgîrkirin û cihên wan bi malbatên wan re parve bike.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi armanca afirandina alavên xurtkirina tevkariyê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û welatiyan li hemû herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi armanca parastina mafên destgîrkiriyan, her wiha ji ber girîngiya ku malbatên wan sedema destgîrkirina wan û cihên wan nas bikin, nivîsgehên kar û barên destgîrkiriyan hatin vekirin.

Ev nivîsgeh li navendên Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewelekariya Hundirîn ên li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Minbicê hatin vekirin.

Di radeya yekemîn de xizmên destgîrkiriyan an jî nûnerên wan ên qanûnî yên ku dixwazin cih û sedemên destgîrkiriyên li gel Hêzên Ewlekariya Hundirîn nas bikin, serî li van nivîsgehan bidin."

ANHA