​​​​​​​Ciwan Mistefa: Rewşa vîrusê li herêmê ber bi karesatê ve diçe

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê diyar kir ku di vê Îlonê de hejmara pêketî û mirinê ya bi vîrusa Koronayê pir bû û got: “Navendên taybet bi vîrusa Koronayê tijî bûne û rewş xerab e.”

​​​​​​​Ciwan Mistefa: Rewşa vîrusê li herêmê ber bi karesatê ve diçe
30 îlon, 2021   13:44
QAMIŞLO

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê rewşa vîrusa Koronayê (Covid-19) ji pêla yekemîn heta dema heyî li herêmê ragihand.

Daxuyanî li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo ji aliyê hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ve hat dayîn.

Dr. Ciwan Mistefa got: “Vîrusa Koronayê dawiya Adara 2020`an li herêmê belavbû, ji dema derketina vîrusê û heta niha ve desteyên tenduristiyê bi hemû derfetên xwe di nava xebatê de ne. Têkilî û hemahengiyên me bi gelek sazî û dezgehên ne hikumî re hebûn wekî Heyva Sor a Kurd. Her wiha têkiliyên me bi gelek aliyên navneteweyî re ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, jî hebûn.”

`BUHAYÊ DERMANKIRINA NEXWEŞEKÊ DI ROJÊ DE 120 DOLAR E`

Ciwan Mistefa diyar kir ku di 2020`an de Desteya Tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 15 navendên taybet bi vîrusa Koronayê vekirin û bi buhayê 6 mîlyon dolar alav û pêwîstiyên navendan hatin pêşkêşkirin û wiha got: “Vê demê ev navend bê buha ji bo hemû welatiyan di xizmetê de ne, buhayê dermankirina her nexweşekê/î di rojê de dighêje nêzî 120 dolar.”

Mistefa daxuyand ku Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê odeya emelîyatan bi Heyva Sor a Kurd re hazir kir û taqîgeheke navendî bi rêbazên cîhanî ji bo testa vîrusa Koronayê li bajarê Qamişlo vekir.

`72 HEZAR Û 326 TEST HATINE GIRTIN`

Mistefa got: “Ji bo girtina testa Koronayê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê 26 tîmên tibî hatin avakirin, buhayê girtina testekê dighêje 50 dolarî. Heta vê seatê 72 hezar û 326 test hatine çêkirin, buhayê wê jî dighêje 4 mîlyon dolar.”

Mistefa da zanîn ku di nava hejmara testên ku hatin girtin de, 27 hezar û 845 test erênî derketin û wiha got: “Piranî li bajarê Qamişlo ne, di radeya duyemîn e de bajarê Hesekê ye, radeya sêyemîn bajarê Dêrikê ye û ya çaremîn bajarê Reqayê ye.”

Ciwan Mistefa destnîşan kir ku pêla çaremî a vîrusa Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Tebaxê de derket û wiha got: “Ev pêla bi xurtî belav dibe, her wiha hemû temenan hedef digire.”

Mistefa daxuyand ku di Îlona 2021`an de 14 hezar û 450 test li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine girtin. Nêzî ji sedî 50`î ye û bi vê hejmarê ew rewşê metirsîdar in.

Têkildarî daneyên dawî yên vîrusa Koronayê, Ciwan Mistefa got: “Li Qamişlo hezar û 909, li Hesekê hezar û 500, li Dêrikê hezar û 77 kes bi vîrusa Koronayê ketin. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di Îlonê de 138 kes mirine, di nav de zarok û ciwan hebûn.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa da zanîn ku wan alîkarî ji Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê re xwestin, lê heta vê demê tenê 55 hezar par gihaştiye wan û wiha got: “Rêjeya dermanê ku hatiye şandin pêwîstiya heêrmê ji 50`î jî bi cih nayîne, ev rêje li gorî me gelekî kêm e, her wiha rê li ber belavbûna vîrusê nagire.”

REWŞA NAVENDÊN VÎRUSA KORONAYÊ

Mistefa diyar kir ku navendên taybet bi vîrusa Koronayê ber bi tijebûnê ve diçin û hin navend hene ji nexweşan tijî bûne û wiha got: “Mixabin rê ji nexweşan re tune ye,  Navenda Jiyan a li bajarê Qamişlo tijî bûye, Navenda (Covid-19) li bajarê Hesekê û navenda li kampa Waşûkanî ber bi tijebûnê ve diçin.”

Ciwan Mistefa da zanîn ku rewşa herêmê di pêla çaremîn de ber bi karesatê ve diçe.

Ciwan Mistefa bal kişand ser rewşa aborî ya welatiyan li herêmê û pirsgirêkên ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pê re rû bi rû dimîne wek qutkirina avê li bajarê Hesekê û wiha got: “Ev hemû barê desteya tendirustiyê giran dike.”

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa got: “Em banga xwe ya dawiyê ji Rêxistinên Tenduristiyê ya Cîhanê û civata navneteweyî re dikin ku destwerdaneke lezgîn ji bo pêşkêşiya alîkariyên tenduristî bikin. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku li gorî tedbîrên Desteya Tenduristiyê tevbigirin.”

(sb)

ANHA