Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn: Pêla 4`an a koronayê kujer e

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn diyar kir ku pêla 4`an a koronayê gelek xeternak e û hemû beşên civakê pê dikevin. Ji ber vê yekê divê her kes tedbîran bigirin.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn: Pêla 4`an a koronayê kujer e
29 îlon, 2021   01:55
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çend rojên dawîn de qedexeya derketinê ya giştî li herêmê ragihand, bi taybet piştî ku hejmara pêkhateyên vîrûsa koronayê û rewşên wefatê zêde bûn.

/kr/uploads/files/2021/09/28/192609_dsc_0693-.webp

Rêvberê nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Hesen Emîn behsa xeteriya pêla 4`an a vîrusê kir û got ev cureyê vîrûsê di nava vîrusên ku belav bûne de ya herî xeter e.

Emîn da xuyakirin ku çêbûna vîrûsa yekemîn di derbasbûna pêvajoyan re bû sedem ku vîrûseke xetertir derkeve.

Emîn got pêla nû ji yên din cuda ye, ji ber ku bi awayekî lez û di nava ciwanan û heta zarokan de jî belav dibe. Her wiha piştrast kir ku ev pêl kujer e.

/kr/uploads/files/2021/09/28/192633_dsc_0702-.webp

Emîn wiha berdewam kir: “Sedema berbelavbûna zêde li herêmê ew e ku gelê me zêde bi zanebûna tenduristî tevnagere. Şênî rêbazên xweparastinê esas nagirin û biryara qedexeyê pêk nayinin.”

Hesen Emîn di dawiyê de bang li şêniyên herêmê kir ku girtekên xweparastinê û madeyên dezenfektekirinê bi kar bînin da ku xwe ji vê vîrusê biparêzin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/odpcPyYmoUM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>