Rêveberiya Dergehê Pêşxabûr 65 daxwaznameyên derbasbûna Başûr red kirin

Rêveberiya Dergehê Sêmalka got, Rêveberiya Dergehê Pêşxabûr ji 150 daxwaznameyên xelkê Rojava yên ji bo derbasbûna Başûrê Kurdistanê, 65 daxwazname qebûl nekirin.

Rêveberiya Dergehê Pêşxabûr 65 daxwaznameyên derbasbûna Başûr red kirin
28 îlon, 2021   19:34
NAVENDA NÛÇEYNA

Gerînendeyê têkiliyên Dergehê Sêmalka Baz Ehmed ji ajansa me re da zanîn ku wan 150 daxwaznameyên şêniyên Rojava yên derbasbûna Başûrê Kurdistanê ji rêveberiya Dergehê Pêşxabûr re şandine.

Baz Ehmed diyar kir ku piraniya daxwaznameyan yên nexweşên giran in ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nayên dermankirin, her wiha daxwaznameyên bûkan in ku hevdîtinên wan li gel balyozên Ewropa yên li Başûr hene da ku biçin Ewropa.

Ehmed wiha got: "Piştî ku daxwaznameyan li Başûrê Kurdistanê hatin lêkolînkirin, em şoq man ku ewqas daxwazname hatin redkirin ku nabe derbasî Başûrê Kurdistanê bibin. 65 daxwaznameyên derbasbûnê nehatin qebûlkirin û ev hejmar jî pir e."

Baz Ehmed wiha dawî li gotina xwe anî: "Di her beşek ji daxwaznameyan de hin jê tên redkirin, lê vê carê ev pir bilind bû û sedema wê jî nayê zanîn, tevî ku daxwaznameyên hatin şandin yên nexweşên giran in û divê werin dermankirin û hin jî wan jî sozên wan bi balyozxaneyan re hene."

(fr)

ANHA