`Heke rewş wiha bidome bendava Firatê wê piştî mehekê raweste`

Hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş hişyarî da ku, ger  dewleta Tirk girtina ava çemê Firatê heya meheke din bidomîne, bendav wê raweste.

`Heke rewş wiha bidome bendava Firatê wê piştî mehekê raweste`
29 îlon, 2021   00:37
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker ji 27`ê Çileyê ve ava çemê Firatê qut dike. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê  li çandiniyê û rewşa jiyanî ya şêniyan dikin.

Di encama kêmbûna ava Firatê de, jehrîbûna bi avê di nava şêniyan de bi taybet di nava zarokan de zêde bûye. Her wiha rêjeya derxistina kehrebeyê kêm bûye û vê yekê bi xwe re zirar gihand çandiniya zeviyên havînê yên avî.

/kr/uploads/files/2021/09/28/191717_-.webp

Di vî warî de hevserokê Nivîsgeha Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş ji jansa me re got: "Dewleta Tirk hîna vê rêgezê ya derexlaqî li dijî bi milyonan mirov dimeşîne. Ji ber kêmbûna avê pirsgirêk zêde bûne û rewşa aloztir bûye."

Derwîş wiha domand: “Rêjeya ava çemê ku dewleta Tirk berdide, di her saniyekê de 200 metrekab derbas nake. Ev jî bi awayekî neyînî bandorê li xebatên xizmetê dike û di nav de bandorê li ava vexwarinê, kehrebe û avdana zeviyan jî dike.”

Derwîş hişyarî da ku, ger dewleta Tirk vî sûcê xwe yê qutkirina avê heta meheke din bidomîne, bendava Firatê raweste û ji xizmetê derkeve û wiha domand: “Ji bo pêkanîna pêdiviên şêniyan, em tenê turbînekê dixebitînin. Lê heke rewş wiha bimîne, wê di mehekê de bendav raweste.”

Derwîş bang li rêxitinên civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku ava çemê Firatê berde, ji ber ku çarenûsa gelê li Sûriyê û Iraqê pê ve girêdayî ye.

Li gorî lihevkirina 1987`an para Sûriyê ji ava çemê Firatê 500 metrekab di her saniyekê de ye û ji sedî 60 ji para Sûriyê jî para Iraqê ye. Lê niha dewleta Tirk tenê 200 metrekab di her saniyekê de berdide.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/PXGuyD3hVW8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>