'Civata navnetweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê sûcên dewleta Tirk '

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen anî ziman ku civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlayan,  şirîkê dewleta Tirk a dagirker e.

'Civata navnetweyî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê sûcên dewleta Tirk '
29 îlon, 2021   03:08
HELEB – MIHEMED EBDO

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG`ê, dewleta Tirk a dagirker di mehekê de 157 carî çekên kîmyewî di êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê bikar aniye.

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kr ku ew êriş ne rewa ne û armanc jê dagirkirina herêmê ye.

Sûad Hesen ji ANHA'yê re axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker 5 mehan bê navber bi hemû cûre çek êriş kir, lê hemû êrişên wê bê encam bûn. Piştre, zêdetirî carekê herêmê bi gazên jehrê bomebebaran kir. Tevî vê yekê jî em dibînin ku civata navneteweyî bêdeng e."

'KAPÎTALÎZM BI RÊBAZÊN SIYASÎ NÊZÎ DOZÊN MIROVAHÎ DIBE'

Sûad Hesen anî ziman ku civata navneteweyî bi rêbazên siyasî nêzî dozên mirovî dibe û wiha domand: "Hikumeta Şamê Xûta bi çekên kîmyewî topbaran kir,  ji ber wê jî hemû beşên civata navneteweyî ketin tevgerê, ceza lê bir kir û kesên ku ev yek kiribûn radestî dadgeha cînayetan a navneteweyî kirin."

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê her wiha bal kişand li ser komkujiya Helebçeyê û got: "Rejîma Sedam Hisên jî bi gaza xerdelê bajarê Helebçeyê topbaran kir û komkujiyek pêk anîn. Di encamê de zêdetirî 5 hezar welatiyên Kurd bûn qurbanî. Komkujiya Helebçe ji her kesî re eşkere bû. Lê gotinên derbarê wê de heta demekê hatin kirin, paşê careke din ev mijar hate vekirin. Dewletên kapîtalîst li şûna ku vê mijarê wekî dozeke mirovî bigrin dest, wekî kaxezeke zextê bikar tîne."

Sûad Hesen destnîşan kir ku dema mijar girêdayî sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan be, cîhan çavên xwe digirin û diyar kir ku sedema vê bêdengiyê ew e ku berjewendiyên wan dewletan bi dewleta Tirk re hene, ji ber vê yekê doza kurdî û azarên mirovî yên ji ber alava şer a dewleta Tirk paşguh dikin.

'BÊDENGIYA HIKÛMETA BAŞÛR NÎŞAN DIDE KU TÊKILIYA WÊ DI SÛCAN DE HEYE'

Girêdayî girîngiya têkoşîna kurdan li hember binpêkirinan, Sûad Hesen wiha axivî: "Mafê me  ye ku em têbikoşin da ku hebûna xwe biparêzin, banga maf û azadiya xwe bikin û çarenûsa xwe diyar bikin."

Sûad di axaftina xwe de sedema bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê derbarê sûcên dewleta Tirk ên li dijî kurdan de pirsî û ev tişt anî ziman: "Bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê gumanan li gel me çêdike ku ew jî di sûcên derexlaqî de hevkar e."

Sûad bang kir ku di vê pêvajoyê de destekê bidin gerîla "Ji ber hebûna wan girêdayî pêşeroja têkoşîna kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê ye."

Hevseroka Saziyên Civaka Sivîl a Helebê Sûad Hesen di dawiyê de bang li hemû aliyên pêwendîdar, hiqûqnas, rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin û zextê li civata navneteweyî bikin da ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nT3gZJ1FcyE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>