​​​​​​​Nîşaneyên têkçûyîna Erdogan û metirsiyên sextekirina hilbijartinan

Bi nêzîkbûna hilbijartinan re, Erdogan giraniya xwe di nava gel de winda dike. Têkildarî vê parlamenterên AKP’ê daxuyaniyên banga piştevaniyê dan. Di hin daxuyaniyan de hatin gotin, dengdayîna ji Erdogan re ji nimêj, rojî û heciyê girîngtir e.

​​​​​​​Nîşaneyên têkçûyîna Erdogan û metirsiyên sextekirina hilbijartinan
29 îlon, 2021   04:18
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Di ankêtekê de ku li Tirkiyê hate amadekirin, hat eşkerekirin ku li beramberî qelsbûna piştgiriya gel ji rejîma desthilat re şansên muxalifê zêde bûye. Rojnameya "RT Grechke"  ya tirkî ya muxalifetê da zanîn ku şîrketa "Beyar" a lêkolînan ankêteke nû amade kir, tê de hat destnîşankirin ku piştgiriya gel ji Erdgoan û rejîma wî re qels bûye.

/kr/uploads/files/2021/09/28/192229_-.webp

Têkildarî mijarê, nivîskar taybet bi karûbarên Tirkiyê Xesan Remedan Yûsif wiha got: "Normal e ku mîna van daxuyaniyan ji aliyê AKP’ê ve werin dayîn ku dengdayîna ji Erdogan re ji rojî, nimêj û heciyê girîngtir dibîne. Ji ber ku partiya Erdgoan partiyeke îslamî ya îxwanî ye, îslama siyasî bi kar tîne da ku armancên xwe yên siyasî pêk bîne. Mîna van daxuyaniyan zihniyeta AKP’ê nîşan dide."

‛SIYASETÊN ERDOGAN BI BIN KETIN’

Yûsif diyar kir ku ji ber krîzên aborî, destwerdana li Sûriyê, mijarên penaberan û binketina siyasetên Erdogan, piştevaniya gel jê re rojane kêm dibe.

HEVALBENDIYA MUXALEFTÊ

Nivîskar Remedan Yûsif da zanîn ku Erdogan pir tevlihev bûye û ji mezinbûna muxaleftê ditirse û wiha pê de çû: " Ger muxalefet bi HDP'ê re tifaq neke, dê têk biçe, ji ber ku ew ê pirraniya ku ji tifaqa Erdogan û Bahçelî derbas dike misoger neke. Li aliyekî din jî heke muxalefet di metoda xwe ya siyasî ya daxuyanî û gotinan de berdewam kir, dê nikaribe ji gelê Tirkiyê re teqez bike ku mayîna Erdogan li ser desthilatê wê xeteriyekê li ser Tirkiyê çêbike û hilbijartinên bê bi ser nakevin."

SEXTEKIRINA HILBIJARTINAN

Yûsif îşaret pê kir ku metirsî hene ku partiya Erdogan hilbijartinan careke din sexte bike, hilbijartinên berê yên serokatî yan jî parlamentoyê sexte kiribû.

ERDOGAN GIRANIYA XWE WINDA DIKE

/kr/uploads/files/2021/09/28/192249_-.webp

Gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid jî got, di ankêtan de hat eşkerekirin ku piştgiriya gel ji Erdogan re paş dikeve û li beramberî wê piştgiriya gel ji hin siyasetmedarên dîtir re, mîna serokê şaredariya Stenbolê İkram İmamoglu zêde bûye. Hamid da zanîn ku daxuyaniyên parlamenterên AKP’ê ku hilbijartin ji rojiyê girîngtir e cureyek ji bazirganiya siyasî û lîstina bi hestan e  ku AKP’ê ji 20 salan ve li welat dimeşîne da ku hilbijartinên bê li gorî xwe bi kar bînin.

PÊŞXISTINA DEMA HILBIJARTINAN

Hamid îşaret bi hilbijartinên bê kir û got: "Tê texmînkirin ku dema hilbijartinên 2023’yan were pêşxistin ku dawiya sala bê were lidarxistin. Ji ber ku AKP’ê dibîne ku hilbijartinên bê ji bo wê rizgarî ye ku çi rûpel an jî hewldana muxalefetê ya xwegihandina desthilatê binixumîne, her wiha da ka çi gendeliya partiya Erdogan û malbata wî ya bi salan veşere. Bi taybet yên 2013- 2014’an, dema qaşo darbaya pêk hat û tevgera Gulen hat tawanbarkirin ku li pey vê darbeyê ye."

TÊKILIYA TIRKIYÊ BI RÊVEBERIYA AMERÎKAYÊ RE NE BAŞ E

Gerînendeyê Foruma Rojhilata Navîn a Lêkolînên Siyasî û Stratejîk Mihemed Hamid wiha dawî li gotina xwe anî: "Ji ber nelihevkirina rêveberiya Amerîkayê bi Erdogan re piştî serdana wî ya dawî li NY’yê û binektina hevdîtina wî bi Jeo Biden re, Erdogan ditirse ku ev yek bandoreke neyênî li populerbûna wî ya hundirîn a bike, ji ber ku dê hevalbendiyên hundirîn werin hilweşandin û dê partiya wî nikaribe careke din erka serokatiyê heta 2028’an wergire, mîna çawa plana wê dike."

(fr)

ANHA