Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn

Di êrişên mehekê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê de 5 sivîl hatin qetilkirin û 17 jî hatin birîndarkirin. Her wiha gelek ziyanên madî çêbûn.

Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
Êrişên mehekê yên li ser Girê Spî û Eyn Îsayê: 5 sivîl hatin qetilkirin, 17 jî birîndar bûn
28 îlon, 2021   23:38
EYN ÎSA-DICLE EHMED

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên Girê Spî û navçeya Eyn Îsayê bi dijwarî topbaran kirin û tê de çekên qedexe bi kar anîn. Ajansa me êriş  û encamên wê şopandin.

Ji destpêka vê Îlonê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 80 carî gundên Dibis, Hoşan, Xalidiyê, Muelek, Kampa Eyn Îsayê, rêya M4, Fatise, Mişêrfê, Xwaringeha Seqir û gundê Ebû Nêtone topbaran kirin. Dagirker di 22'yê heman mehê de hewl dan derbasî gundê Dibis bibin da ku gund û rêya M4 a ku 15 kîlometre ji Eyn Îsayê ve dûr e kontrol bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrişên li dijî wan gundan de obus, mûşek û çekên goşeyî yên qedexe, hawin û balafirên bêpîlot bi kar anîn.

Di encama topbarana dijwar a li dijî wan gundan de nêzî 13 sivîlan birîndar bûn û 5 jî şehîd bûbûn.

Navên şehîdan wiha ne; Mecîd El-Ewed (35), Malik El-Muharib El-Hemîd (25), Îdan Hemed El-Umêrî (40), Xemos El-Bisêlî (17) û Hemed El-Xinês El-Cerbûi (20).

Ji birîndaran jî navên 8 kesan hatin zanîn; Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yûsif Mihemed Hac Hemadî (25), Turfe Mirî, Mehmûd Fayiz El-Menfî (20), Îsa Tirkî Ebas, Ehmed Fecir Şedhan (37). Birîndar rakirin nexweşxaneyên Eyn Îsa û Reqayê.

Têkildarî zirarên madî jî, dema ku çete derbasî gundê Dibisê bû 100 mih û zêrgeh dizîn, her wiha gelek mal şewitandin. Her wiha ji ber topbarana bê serûber gelek mal li gundên Xalidiyê û Hoşan hilweşiyan.

Di 23’yê vê mehê de Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê bîlançoya êriş û operasyonan eşkere kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qst2P_ie2bM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>