Li Başûr di 2 mehan de 19 jinan dawî li jiyana xwe anî

Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jin û Malbatê diyar kir di nav 2 mehan de 19 jinan dawî li jiyana xwe anî.

Li Başûr di 2 mehan de 19 jinan dawî li jiyana xwe anî
28 îlon, 2021   18:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jin  û Malbatê diyar kir di meha Tîrmeh û Tebaxê de li Başûrê Kurdistanê 4 jin hatine kuştin û 8 kesan dawî li jiyana xwe aniye û 7 kesan xwe şewitandiye.

Rêveberiya Saziya Têkoşîna Dijî Tundiya li Jin û Malbatê bîlonçoya şîdeta meha Tîrmeh û Tebaxê ya Başûrê Kurdistanê weşand.

Li gorî bîlançoyê, di meha Tîrmehê de 5 bûyerên xwekuştine, 1 kuştin, 3 xweşewitandin, 871 gilî, 14 bûyerên destdirêjiyê hatine tomarkirin.

Di meha Tebaxê de, 3 bûyerên xwekuştinê, 4 xweşewitandin, hezar û 607 gilî û 8 rewşên destdirêjiyê hatine tomarkirin.