Şerê taybet stratejiya nû – kevn a dewleta Tirk e

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan şerê gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Şerê taybet ku di serî de ciwanan hedef digire bûye stratejiya nû – kevan a dewleta Tirk ku bi rêya civakê hilweşîne û armancên xwe li herêmê pêk bîne.

Şerê taybet stratejiya nû – kevn a dewleta Tirk e
28 îlon, 2021   01:51
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Ji her serdemekê re şerê wî yê taybet heye. Di çarçoveya guhertinên bingehîn ên siyasî, ewlehî, fikirî û pêşketina teknolojîk de ku li cîhanê çêbûye, şerê îro ji yên berê cûda ye. Dibe ku toreyên înternêtê bûne qadên nû yên şer.

ŞEREKÎ ERZAN E

Êdî gelek alî û hêzên bi nakok di şerên li hemberî hev de, şebeyeyên medyaya dîjîtal bi kar tînin. Ev şer di hemû qadan de; siyasî fikirî, îstîxbaratî û bi rêya belavkirin gotegot û propagendayên derew tê kirin.

Medyaya dîjîtal û toreya înternêtê dînamîkên şer guherand û bûne amûrên pêkanîna şerên nû li dijî mejiyên gelan û lîstina bi hestên wan. Her wiha destek da ku parçebûn di nava civakekê û dengê wê de çêbibe , ji bo ku bêyî windahiyan armancên xwe yên siyasî pêk bînin.

DEWLETA TIRK Û ŞERAÊ TAYBET

Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan şerê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike, piştî şerê bi wekîlan, destwerdana rasterast û dagirkirina hin herêman, niha şerê taybet dimeşîne. Li gorî gelek şîrovekarên siyasî, dewleta Tirk bi rêya vî şerî dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.

Şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî gelê Bakur û Rojhlatê Sûriyê dimeşîne di qutkirina ava çemê Firatê bi armanca têkirina şêniyan û êrişên rojane yên bi armanca tirsandina şêniyan de diyar dibe. Ji derveyî wê bi awayekî veşartî vî şerî li dijî ciwanan dimeşîne da ku bi rêya wê civakê ji bingeha wê parçe bike.

Di demên dawî de hewldanên dewleta Tirk ên belavkirina tirs û tevlîheviyê di navbera pêkhateyên gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de zêde bûye. Ev yek bi rêya belavkirina agahiyên derew û gotegotinên ne rast li ser toreyên medyaya dîjîtal tê kirin.

Şerê taybet ku dewleta Tirk li dijî gelê herêmê dimeşîne bi awayekî sereke li dijî ciwanan e. Ji ber ku ciwan zêdetir wan toreyan bikar tînin, zêdetir zerarê dibînin.

HEDEFGIRTINA CIWANAN

/kr/uploads/files/2021/09/27/180318_-.webp

Têkildarî mijarê şêwermendê beşa piskolojîk Bengîn Ebdullah wiha got: "Ji bo ku civak ji koka wê were hedefgirtin, destpêkê divê ciwanên wê bixin bin kontrola xwe, ev yek bi rêya lîstina bi mejiyên wan tê kirin. Ji ber ku ciwan stûna civakê ne."

Bengîn Ebdullah destnîşan kir ku di demên dawî de toreyên medya dîjîtal bûne alavên pêkanîna berjewendiyên kesayetî yan jî yên taybet ji gelek kes û dewletan re û wiha domand: "Ji ber ku ciwan herî zêde medyaya dîjîtal bikar tînin ew zêdetir pê bandor dibin, di encamê de gihandina fikireyan ji ciwanan re û kontrolkirina mijiyên wan hêsan dibin."

Li gorî Ebdullah, bandora wan toreyan li kesan li gorî temenê wan cûda dibe, bi awayekî zêde bandorê li ciwanan dike û wan dixe rêyên şaş, her wiha zerarê dide wan, malbat û civaka wan bêyî ku vê yekê zanibin.

Bengîn Ebdullah wiha domand: "Ciwan bi rêya medyaya dîjîtal dikevin gelek rêyên şaş, wekî bikaranîna madeyên hişbir, belavkirina gotegot û derewan û gelek kirinên ku zerarê didin civakê."

HIŞYARKIRIN

Bengîn Ebdulah diyar kir ku divê her malbatek guh bide ciwanên xwe û tevgera wan bişopîne da ku nekevin rêyên şaş û şaştiyan nekin , her wiha rêyên ku sûdê didin wan nîşanî wan bidin.

Li gorî Bengîn, divê rêveberî bi rêya navendên destekdayîna piskolojîk û lênerînê, bernameyên hişyarkirin û zanekirinê zêde bike, rê li pêşiya ciwanan veke da ku bi rêya lîstokên werzîşê enerjiya xwe vala bike û dûrî toreyên medya dîjîtal û şerê taybet ku li dijî wan tê bikaranîn, bixe.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ARqGU36oB_I" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>