​​​​​​​Malbata gerîla Zinarîn a bi çekên kîmyewî şehîd bû: Divê dewleta Tirk were cezakirin

Malbata gerîla Zinarîn Welat a di êrişa bi çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbû got, em bi şehadeta şehîd Zinarîn serbilind in û got, divê dewleta Tirk a dagirker were cezakirin.

​​​​​​​Malbata gerîla Zinarîn a bi çekên kîmyewî şehîd bû: Divê dewleta Tirk were cezakirin
​​​​​​​Malbata gerîla Zinarîn a bi çekên kîmyewî şehîd bû: Divê dewleta Tirk were cezakirin
​​​​​​​Malbata gerîla Zinarîn a bi çekên kîmyewî şehîd bû: Divê dewleta Tirk were cezakirin
​​​​​​​Malbata gerîla Zinarîn a bi çekên kîmyewî şehîd bû: Divê dewleta Tirk were cezakirin
27 îlon, 2021   23:43
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

"Di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de mirov bi rûmet dijî, ji bo azadiya xwe û ya gelê xwe yê bindest ku azadî, çand, ziman, welat, xak û exlaqê wê hatine çewisandin, tê dikoşe. Di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de mirov xwe, dîroka xwe û dîroka Kurdisanê nas dike. Jin di nava tevgerê de xwe, avabûn û çêbûna xwe nas dike." Bi van gotinan şehîd Zinarîn Welat têkoşîna xwe ya şoreşgerî ya di nava tevgerê de dide nasîn.

Di hevdîtinekê de ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) weşandibû, şehîd Zinarîn her wiha bang li tevahî gelê Kurd dike ku li gorî berpirsyartiya vê pêvajoyê tevbigerin, ji bo parastina gelê xwe amade bin û li hemberî dijmin serî hildin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di daxuyaniya xwe ya 15’ê vê Îlonê de got: "Di daxuyaniya xwe ya 15'ê Îlona 2021'ê de me ragihandibû ku 3'yê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li qada berxwedanê ya Girê Sor serî li rê û rêbazên dijî mirovahiyê da, gazên kîmyewî bi kar anî."

HPG'ê ragihand ku di vê êrişê de 3 hevrêyên wê şehîd bûn; Hîva Mamo (Delal Qamişlo), Rama Şemdîn (Zinarîn Welat) û Celal Ozcan (Botan Ozgur) şehîd bûbûn.

ŞEHÎD ZINARÎN KÎ YE?

Rama Şemdîn (Zinarîn Welat) di 1997’an de li Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dayik dibe, di malbateke welatparêz ku ji 5 zarokan (3 xort û 2 keç) pêk tê de mezin dibe.

Şehîd Zinarîn di zarokatiyê de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike û tevlî şoreşê dibe, piştre jî derbasî çiyayên Kurdistanê dibe û di nava refên gerîla cih digire.

Apê şehîd Zinarîn, Musleh Hac Ebdî got: "Şehîdxistina 3 gerîlayan bi çekên qedexekirî de sûçekî şer ê li dijî mirovahiyê ye. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, dewleta Tirk di mehekê tenê de 157 çekên kîmyewî bi kar anine."

Hac Ebdî bal kişand ser rola şehîdan di parastina welat de û serbilindiya bi şehîdan û got:" Şehîd Zinarîn di zarokatiyê de aşiqa azadiyê bû û her tim bi rihê berpirsyartî nêzî Tevgera Azadiyê dibû. Her wiha destnîşan kir ku Şehîd Zinarîn yekemîn şehîda malbatê ye ku navê malbata me dixe Saziya Malbata Şehîdan, em bi vî tiştî gelek şanaz û serbilind in."

Dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li Efrîn, Serêkaniyê û Başûrê Kurdistanê jî bi kar anîn û ev yek hat belgekirin. Têkildarî wê Ebdî bal kişand ser bêdengiya civatên naveneteweyî û wiha got: "Xuya ye ku qetilkirina kurdan ji wan rewa û helal e."

Derbarê vê yekê de, KCK’ê gelek caran bang li rêxistin û saziyên navneteweyî û hiqûqî kir ku serdana herêmê bikin û li ser sûcê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla artêşa Tirk a dagirker ve lêpirsînê veke, lê ev bang bê bersiv man.

Ebdî bang kir ku divê lêpirsîn derbarê vê yekê de werin kirin û dagirkeriya Tirk li ser sûcên wê were muhasebekirin û wiha domand: "Hemû belge îsbat dikin ku dagirkeriya Tirk çekên kîmyewî li dijî zarokên me yên ku xak û gelê xwe ji dîktator Erdogan diparêzin, bi kar tîne, zarokên me bi çekên kîmyewî tên şehîdxistin."

Dewleta Tirk ji dewletên ku peymana çekên kîmyewkî (CWC) îmze kiriye, ew peyman di 1997’an de hate îmzekirin ku li gorî wê bikaranîn, pêşxistin, çêkirin, depokirin û veguhastina çekên kîmyewî qedexe ne.

(fr)

ANHA