Komxebata Avê: Qutkirina ava çeman êrişeke nû li ser Iraq û Sûriyê ye

Axêveran di beşa sêyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de da zanîn ku qutkirina ava çeman li ser Sûriye û Iraqê êrişekênû li ser her du welatan e û ew ji xetertirîn cureyên şeran e û armanc jê siyasî ye.

Komxebata Avê: Qutkirina ava çeman êrişeke nû li ser Iraq û Sûriyê ye
27 îlon, 2021   17:37
HESEKÊ

 

Şerê avê û nakokiyên navneteweyî li Sûriyê û Iraqê û azarên her du weletan ji ber qutkirina avê ji hêla dewleta Tirk ve di beşa sêyemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê  Sûriyê de hatin nîqaşkirin.

/ar/uploads/files/2021/09/27/161225_mkhtar-ghbashy.webp

Di beşa sêyemîn de mamosteyê zanista siyasî û qanûna giştî Muxtar El-Xebaşî yê ji Misirê bi rêya zoom tev li komxebatê bû, her wiha ji Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Têkiliyên Navneteweyî Rouillion, damezrîner û gerînendeyê rêxistina Corner House, Nicholas Heald Yard jî tev li vê beşê bûn.

Axêveran da zanîn ku şerê avê û bikaranîna wê di nakokiyên navneteweyî de pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê kûrtir kirin, bibe ku bibe çavkaniya nakokiyên di navbera welat û hikumetan de û dê bibe sedema sereke ya a şerên di navbera civakan de. Her wiha dê şaristanî û çandên mirovahiyê têk bibe.

Axêveran bal kişand şerê avê ku dewleta Tirk li dijî dewletên cîran dimeşîne û gotin: "Dewleta Tirk çemên Dicle û Firatê wekî zextê bi kar tîne da ku armancên xwe yên siyasî pêk bîne û xwe wek hêmanekî bi hêz li ser her du welatan ferz bike. Di heman demê de ji bo berjewendiyên xwe pêk bîne û li dijî kurdan bide şerkirin. Nakokiyên pêşerojê jî girêdayî berjewendiyên siyasî yên Tirkiyê, Etiyopya û Îsraîlê ne ku ew Dicle, Firat û bendava Nehdayê kontrol dikin."

Axêveran anî ziman ku piraniya bendavên li ser çemên Firat û Dicel ku hejmara wan 22 bendav in bi xwe re ziwanbûne li Sûriyê û Iraqê anî û armanc jê jî depokirina avê ye û bi wê şerê Sûriyê û Iraqê bike, da ku li ser desthilatê bimîne û herêmê bi hêsanî kontrol bike.

Her wiha axêveran got avakirina bendan ji hêla delweta Tirk ve, dê bi xwe re gelek nakokiyan li herêmê bîne, di serî de jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dê rasterast bandorê li ewlehiya mirovan bike.

Axêveran diyar kir ku ew bendav xeteriyeke rasteqîn û mezin li ser Sûriyê û Iraqê çêdikin û gotin, "Dewleta Tirk bi kêmkirina rêya avê peymanên ku îmze kirine, bin pê dike. Qutkirina ava çeman li ser Sûriyê û Iraqê li gel êrişên leşkerî, êrişeke nû li ser her du welatan û ew yek jî ji xetertirîn cureyên şeran e. Ji ber ku gelek bandorên wê hene û dê bi demên dirêj rûbirûyî civakê bin."

Her wiha da zanîn ku tu cudahî di navbera parastina ewlehiya avê û ewlehiya mirovî de tune ye " Di dîrokê de her tim welat û gelên ku av û enerjiyên wan hevpar bin dibin qurbanê nakokiyên siyasî û leşkerî yên desthilatên wan."

Piştî beşa sêyemîn, roja yekemîn a Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi  dawî bû.

Komxebat dê sibe sibeha berdewam bike.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/rJ054ZrLYmg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>