DYA`yê Tirkiye hişyar kir: Ji ber S-400 dê cezayên nû bên ferzkirin

Washingotinê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hişyar kir, heke ku beşekî din ji moşekên S-400 yên rûsî bikire, dê rastî cezayên Amerîkayê bê.

DYA`yê Tirkiye hişyar kir: Ji ber S-400 dê cezayên nû bên ferzkirin
27 îlon, 2021   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê, piştî ku Erdogan ragihand ku welatê wî niyet dike beşekî din ji moşekên pergala parastina hewayî S-400 ji Rûsya bikire, Washingtonê hişyarî da ku ev gav wê bibe sedema ferzkirina cezayên nû li Enqereyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji kenaleke Yewnanistanê re wiha got: “Em ji Tirkiyê re zelal dibêjin, kirîn çekên nû yên Rûsya dê bihêle ku cezayên CAATSA (qanûna têkoşîna li dijî dijberên Amerîkayê 2017) bên ferzkirin.”

Rayedarên amerîkî bang li Tirkiyê kir ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle û pêdiviyên leşkerî yên din ji Rûsyayê nekire.

(cx)