Beşdar gihaştin hola Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Şande, kesayet û nûnerên ku ji bo Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin vexwendin, gihaştin hola komxebatê ku ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê ve tê lidarxistin.

Beşdar gihaştin hola Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê
27 îlon, 2021   07:41
HESEKÊ

Di van kêliyan de bi dehan şande û nûnerên saziyên civaka sivîl û rêxistinên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dikin, rêxistin û platformên hiqûqî û yên têkildarî hawîrdorê û şandeyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaştin hola Serdem ya li bajarê Hesekê da ku tev li Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin.

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê bi tevlêbûna Zanîngeha Rojava û Navenda Lêkolînan a Firatê, komxebatê bi dirûşma “Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê” orgenîze dike. Ev komxebat bi armanca nîqaşkirina rewşa avê li herêmê û kontrolkirina jêderên avê ji aliyê dewletan ve tê lidarxistin.

Tê payîn ku komxebat bi axaftina hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb axaftina dest pê bike.

Li gorî bernmaya komxebatê, dê komxebat du rojan dewam bike, wê 5 rûniştinên sereke hebin, di her rûniştinekê de dê 4 mijarên sereke ji aliyê nûner û pirsporên karûbarên avê û ewlehiya avê, hawîrdor û aborî ve werin nîqaşkirin.

 (şx)

ANHA