Rûspiyên eşîrên Ereb:  Rêveberiya Xweser keştiya xelaskirina gelê Sûriyê ye

Rûspiyên qebîleya Cibûr diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji gelê Sûriyê re keştiya xelasiyê ye û diyar kir ku tevî dagirkerî, êriş û ambaroyê  herêmên Rêveberiya Xweser li gorî deverên din ên Sûriyê herî ewle ne.

Rûspiyên eşîrên Ereb:  Rêveberiya Xweser keştiya xelaskirina gelê Sûriyê ye
27 îlon, 2021   00:41
HESEKÊ-  BASIM EL-DEXÎL 

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê birêvebirin ku tevahî pêkhateyên herêmê, Kurd, Ereb, Suryan û hwd.. dihewîn.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/09/26/193339_-.jpg

Rûspiyê eşîra  El-Milhim a qebîleya Cibûr a Ereb li navçeya Şedadê, Feysel El-Herîs diyar kir ku hevgirtina pêkhateyan û kombûna wan li derdora Hêzên Sûriya Demokratîk hişt ku aramî û ewlehî li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk werin.

El-Herîs got, Rêveberiya Xweser ji bo tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye keştiya xelasiyê ye û wiha domand: " Tevî merc û bûyerên ku cêdibin lê Rêveberiya Xweser gelek pêşketinên mezin li ser erdê pêk anîn. Herêmên Rêveberiya Xweser ji herêmên Sûriye yên dîtir ewletir in. Delîlê vê yekê hejmareke mezin a şêniyan ji herêmên di bin serweriya rejîm û dagirkeriyê de xwe spartin gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wekî xizm û xwediyê erdê hatin pêşwazîkirin. Ev yek asta serkeftina projeya demokratîk nîşan dide ku ji herêmên din ên Sûriyê re bûye mînak."

Feysel El-Herîs diyar kir ku li herêmên Rêveberiya Xweser proja xizmetguzarî û debarê heya astekê baş derbas dibin û hemû sazî li gorî derfetên xwe xizmetê pêşkêş dikin.

El-Herîs sedemên hin kêmasiyan di xizmetê de derdikevin spart ambargoya ku aliyên derdorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kirine û wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser li gorî derfetên di dest wê de di erdîngariyeke fireh de kar dike û li her çar aliyên wê dijmin hene ju dixwazin projeya me ya demokratîk têk bibin."

El-Herîs her wiha da zanîn Rêveberiya Xweser ji bo derbaskirina kêmasiyan û pêkanîna mekanîzmeyeke serkeftî ji bo rêvebirina herêmê bi domdarî bi şêniyan re dicive.

Ji sala 2014'an ve dema ku Rêveberiya Xweser hatiye ragihandin, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê û kurdên sixûr ve rastî êrişên leşkerî, dorpêç û şerên taybet tên.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/09/26/193356_-.jpg

Têkildarî wê, rûspiyê eşîra El-Milhim li Hesekê, Mehmûd El-Sebah da zanîn ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye li kêleka rêveberiya xwe ye û tu aliyên derve nikare bandorê lê bike.

Mehmûd El-Sebah ev siyaset bi siyasetên şerê taybet a ku fitneyan çêdike, wesif kir. Her wiha diyar kir ku divê desteyên Rêveberiya Xweser û saziyên wê rewşa xizmetguzarî baş bikin û kêmasiyên ku derdikevin, derbas bikin da ku bersiva hemû hewldanan bide.

Mehmûd got, divê derfetên kar werin peydakirin û cîna ciwanan zêdetir tev li hêzên leşkerî bibe da ku aramiya herêmê pêk bînin û biparêzin.

)dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vFH0gsQVBxM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>