ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-09-2021
26 îlon, 2021   23:00

-Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan, Zanîngeha Rojava û Navenda Firatê ya Lêkolînan dest pê dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Gerînendeya avê ya Tebqayê bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide ku ava vexwarinê bigihîne şêniyên taxa Ayid û gundewarên Tebqayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên kantona Efrînê  têkildarî salvegera yekemîn a hemleya ‘Dem Dema Azadiyê’ got, "kîlîta çareseriya pirsgirêkên gelan, bi azadiya rêber Abdulah Ocalan ve girêdayê ye, heya ku rêber APO azad nebe, wê çalakî bidomin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên qebîleya Cibûr diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji gelê Sûriyê re keştiya xelasiyê ye û diyar kir ku tevî dagirkerî, êriş û ambaroyê  herêmên Rêveberiya Xweser li gorî deverên din ên Sûriyê herî ewle ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şengaliyan piştgiriya xwe bi namzetê PADÊ'yê re nîşan da û got, bernameyê hilbijartinê ya partiyê ji bo xizmeta civaka êzidî ye, her wiha ji bo misogeriya ku senaryoya komkujiyan dûbare nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina sivîlan armanc dike ku herêmê ji şêniyên wê vala bike. Şêniyan destnîşan kir ku dê destûrê nedin vê yekê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan ên Minbicê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarên Minbicê şermezar kirin û da zanîn ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Mihemed El-Ehmed hişyarî li ser xeteriya pêla 4’an a vîrusa Koronayê da û bang li şêniyan kir ku bi lez derziyên koronayê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Bertekên gelê Rojava yên li dijî hekvariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re û êrişkariya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, zêde dibin. Şênî bang li PDK`ê dikin ku têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA