'Divê PDK`ê têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bike'

Bertekên gelê Rojava yên li dijî hekvariya PDK`ê bi dewleta Tirk a dagirker re û êrişkariya li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, zêde dibin. Şênî bang li PDK`ê dikin ku têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bike.

'Divê PDK`ê têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bike'
26 îlon, 2021   23:36
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê ranwestandine. Dewleta dagirker bi hemû teknîka pêşketî ya NATO`yê û gelek caran jî bi çekên kîmyewî û gazên jehrê ew herêm bombebaran kiriye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK`ê 20`ê Îlonê dauxyaniyek da û destnîşan kir ku dewleta Tirk di êrişên li Başûrê Kurdistanê de  ji beriya 5 mehan ve çekên kîmyewî û gazên jehrê bi kar aniye.

Li seranserê Kurdistanê û bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gel bi meş û xwepêşandanên girseyî û bi rêya daxuyaniyan bertekên xwe li dijî van êrişan raber dike.

/kr/uploads/files/2021/09/26/191637_-.webp

Welatiyê temenmezin ê bi navê Ebdulezîz Hec Fetah ê ji navçeya Dirbêsiyê ji ajansa me re aixvî. Fetah dîroka dagirkeriya Tirk û êrişên li dijî Kurdan bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi salan e ku li dijî gelê Kurd êrişan pêk tîne. Fetah bi bîr xist ku armanc ji wan êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Hec Fetah destnîşan kir ku dewleta Tirk ne tenê PKK`ê hedef digire, lê belê dixwaze nasnameya Kurdan tune bike û wan qir bike.

Êrişên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê hewmxtî bêdengiya hikumeta Bexdayê û hikumeta Başûr pêk tên.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi rêya hêzên taybet ên bi destekdayîna artêşa Tirk a dagirker ava kiriye, beşdarî wan êrişan dibe, tevgerên xwe li Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde dike û ji destpêka Îlonê ve gerîlayên HPG`ê li navçeya Xelîfanê hedef digire.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) di 6`ê Îlonê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di kemîna hêzên PDK`ê de 7 gerîlayên wan şehîd bûne.

Hec Fetah li ser helwesta PDK`ê jî wiha got: “Divê PDK`ê bi hevkariya dewleta Tirk re di êrişên li dlijî gerîlayan de, rewşê kembaxtir neke. Divê ew li hemberî êrişên li dijî Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê bisekine.”

Hec Fetah bang li aliyên kurdî yên xizmeta dagirkeriya Tirk dikin, kir ku dev ji vê ferasetê berdin.

/kr/uploads/files/2021/09/26/191653_-.webp

Yûsif Hec Îsa yê ji gundê Xatûnê yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê jî diyar kir ku aliyên kurdî yên li dijî doza kurdî kar dikin, îxanetê bi doza xwe re dikin û wiha got: “Wan ruhê neteweyî yê kurdî winda kiriye.”

/kr/uploads/files/2021/09/26/191558_-.webp

Her wiha di dawiyê de Selman Hec Fetah jî bang li aliyên bi dewleta Tirk a dagirker re hevakar in kir ku ji helwesta xwe paşde vegerin, li gorî berjewendiyên gelê Kurd tevbigerin û têkiliyên xwe bi dagirkerên Kurdistanê re qut bikin.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Lntx0DLayt4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>