Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike

Îro Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike. Di komxebatê de dê rewşa avê li herêmê, rewşên ziwanbûna çavkaniyên avê û kontrolkirina wê ji hêla siyasetên dewletan ve werin nîqaşkirin. Komxebat dê du rojan berdewam bike.

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike
Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike
Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê dike
27 îlon, 2021   04:18
HESEKÊ-EHMED MIHEMED

Komxebata Navneteweyî ya Avê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê saet 10:00'an li hola Serdem a Çandê ya li Hesekê were lidarxistin. Komxebat ji aliyê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê ve û bi beşdariya Zanîngeha Rojava û Navenda Firatê ya Lêkolînan hatiye organîzekirin.

ARMANCA KOMXEBATÊ

Li gorî komîteya amadekar a komxebatê, komxebat dê balê dikişîne ser qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî avê, siyaseta herêmê, şerê avê û bikaranîna wê di nakokiyên siyasî û aborî de. Di heman demê de dê bal dikişîne ser xeterî û astengiyên girêdayî ewlehiya avê, pêkanîna ewlehî û geşkirina mayînde ya avê.

Ji wê zêdetir komxebat armanc dike ku binpêkirin û sûcên dewleta Tirk ên li dijî aborî, civakî û jîngehê û kontrolkirina jêderên avê yên herêmê yên bi armanca avakirina krîzeke avê eşkere bike. Her wiha dê çare û stratejiyên guncaw ji bo pirsgirêka avê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin, bala fînansmenan bikişînin li ser herêmê û ji pisporiyan sûdê wergirin. Li aliyekî din jî da ku bihêlin rêxistin û hêzên navneteweyî  li hember astengiyên di beşa avê de hevkar bin.

WÊ KÎ BEŞDARÎ KOMXEBATÊ BIBIN?

Bi dehan saziyên civaka sivîl û rêxistinên mirovî yên navneteweyî yên jy li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebitin, rêxistinên hiqûqî yên têkildarî jîngehê dê beşdarî komxebatê bibin.

Her wiha li şande û kesayetên siyasetmedar ên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji herêmê, şandeyeke ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komele û rêxistinên herêmê û aliyên têkildarî jîngehê, pisporên karûbarên jîngehê û hiqûqnasên herêmê dê beşdarî komxebatê bibin.

BERNAMEYA BIRÊVEBIRINA KOMXEBATA NAVNETEWEYÎ YA AVÊ YA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Li gorî bernameya komxebatê, komxebat wê du rojan ji sibeha îro heta êvara 28’ê Îlonê berdewam bike. Di komxebatê de dê 5 rûniştin hebin. Komîteya amadekar a komxebatê axaftina destpêkê bike, her wiha Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biaxive û belgefîlmek li ser rewşa avê ya li herêmê were pêşandan.

BERNAMEYA ROJA YEKEMÎN A KOMXEBATÊ

Di roja yekemîn de li gel axaftinan, dê 3 mijar werin nîqaşkirin; peyman û mîsaqên navneteweyî yên têkildarî ava çemên navneteweyî, bandorên siyasî yên krîza avê li herêmê û bandorên aborî ji krîza avê re.

Di rûniştinekê de dê 4 beşên serek werin nîqaşkirin. Di rûniştina yekemîn de dê semînervan peymanên dualî yên di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Iraqê de yên li ser ava çemên Dicle û Firatê hatine îmzekirin, şîrove bikin. Her wiha dê li ser sûcên dewleta Tirk ên afirandina krîzên avê li herêmê û ava navneteweyî û peymanên li ser rêvebirina hevbeş a hawizên avê nîqaş werin kirin.

Di rûniştina duyemîn de dê 4 mijar werin şîrovekirin; şerê avê û nakokiyên navneteweyî, bandorên siyasî yên krîza avê li rewşa ewlehî ya herêmê, bikaranîna çemên navneteweyî ji aliyê dewleta Tirk ve wek kaxizeke zextê ji bo ferzkirina hegemoniya xwe li ser herêmê.

Di rûniştina sêyemîn de dê li ser qirêjbûna avê û bandora wê li lêçûna aborî û geşbûna aboriyê, çavkaniyên sereke yên li ser xwestekên aborî yên avê, bandorên yekser ên avê li çandiniya herêmê û rola ewlehiya avê di pêkanîna geşkirina mayînde de werin nîqaşkirin.

BERNAMEYA ROJA DUYEMÎN A KOMXEBATÊ

Li gorî bernameya komxebatê, komxebat dê 28'ê Îlonê bi dawî bibe. Dê roja duyemîn bi rûniştinên 4 û 5 berdewam bike û bi encamnameyê bi dawî bibe.

Di her du rûniştinan de dê 4 mijar; bandorên krîza avê li jîngehê û karesatên ji ber hilweşîna ewlehiya avê werin nîqaşkirin.

Li gorî bernameyê, dê di rûniştina 4’an de mijara guhartinên atmosfêrê û rola wan di bandorkirina li ewlehiya avê ya li herêmê de, planên dewleta Tirk ên demdirêj ên bikaranîna avê di projeyên xwe yên mezin de û bandorên wan li Sûriye û Iraqê, qirêjbûna ava navneteweyî û bandorên wê li pergalên beyoteknolojiya tenduristiyê werin nîqaşkirin.

Di rûniştina 5’an a dawî de dê li ser bikarnînên cihêreng ên avê, bandora wê li ewlehiya avê, rewşa çavkaniyên avê yên sereke ji bo pêkanîna ewlehiya avê, bandorên astengiya avê û xeteriyên girêdayî wê, yedekên avê, şans û çareyên pêkanîna ewlehiya avê nîqaş bên kirin.

Komxebat dê  bi encamnameyan bi dawî bibe.

(fr)

ANHA