‘Dixwazin bi hedefgirtina sivîlan herêmê vala bikin… Em destûrê nadin vê yekê’

Şêniyên kantona Qamişloyê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hedefgirtina sivîlan armanc dike ku herêmê ji şêniyên wê vala bike. Şêniyan destnîşan kir ku dê destûrê nedin vê yekê.

‘Dixwazin bi hedefgirtina sivîlan herêmê vala bikin… Em destûrê nadin vê yekê’
27 îlon, 2021   01:55
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Piştî dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve di 2019`an de, dagirkeran êrişên xwe li dijî gund û bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin.

Şêniyên kantona Qamişloyê der barê mijarê de helwestên xwe ji ajansa me re parve kirin.

/kr/uploads/files/2021/09/26/191124_mdya-sedo.webp

Welatiya bi navê Medya Sedo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Til Temir û Eyn Îsa bi tundî şermezar kirin û got ew ê li dijî êrişên dewleta Tirk têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.

Medya da zanîn ku hêzên navneteweyî li hemberî sûcên dewleta Tirk a qirker bê deng in û wiha axivî: “Ev yek hevkariya hêzên navneteweyî bi dewleta Tirk re nîşan dide. Li Efrîn û Serêkaniyê zarok hatin qetilkirin. Êrişên dewleta Tirk li ser hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”

Medya daxuyand ku hêzên navneteweyî behsa mafên mirovan dikin, lê tu mirovahî li cem wan tune ye, ji ber ku zarok û jin li pêş çavên wan tên qetilkirin lê bê deng dimînin. Medya berxwedana şêniyên Eyn Îsayê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û got: “Em ji wan re dibêjin em bi we re ne. Hêviya me ji gel û şervanê me heye ku ji bo xaka xwe berxwedanê bikin.”

`ÊRIŞ LI PÊŞ ÇAVÊN RÛSYA Û AMERÎKAYÊ PÊK TÊN`

/kr/uploads/files/2021/09/26/191107_saha-seyd.webp

Şaha Seyîd jî da zanîn ku hêzên navneteweyî piştgiriya dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkirina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û got: “Daxwaza dewleta Tirk ji gelê Zirgan, Til Temir û Eyn Îsayê çi ye? Bila ji xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê derkeve, rojane bi êrişên wê jin û zarok tên kuştin.”

Şaha diyar kir ku Rûsya û Amerîka dibêjin em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastina gel ji êrişan dikin, lê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên wan pêk tên û gel ji ber êrişên dewleta Tirk koçber dibe. Şaha got: “Em serkeftinê ji hêzên xwe re dixwazin ku beravaniyê li ber axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.”

‘ARMANCA ÊRIŞAN VALAKIRINA HERÊMÊ YE’

Sozdar Bêzê jî diyar kir ku wêraniya ku ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve tê kirin, li pêş çavê hêzên Rûsya û Amerîkayê rû dide û li ser hedefgirtina sivîlan bi destê dewleta Tirk a dagirker da zanîn ku armanc valakirina herêm û gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha dom kir: “Em ê tu carî herêmên xwe li pêş dewleta Tirk û çeteyên wê vala nekin.”

Bêzê destnîşan kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe re li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin. Ew jî wek gel amade ne ku li kêleka hêzên xwe parastina welatê xwe ji êrişên hovane yên dewleta Tirk a qirker bikin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KD7pt8BvdPo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>