Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bang li şêniyan kir ku derziyên Koronayê bibin

Endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê Mihemed El-Ehmed hişyarî li ser xeteriya pêla 4’an a vîrusa Koronayê da û bang li şêniyan kir ku bi lez derziyên koronayê bibin.

Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê bang li şêniyan kir ku derziyên Koronayê bibin
27 îlon, 2021   03:07
MINBIC-SELWA EBDUREHMAN

Di çend hefteyên dawî de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa Korona (Covid-19) zêde dibin. Ji ber wê tedbîrên parastin û xweparastina ji vîrusê hatin giritin. Berpirsên tenduristiyê bang li şêniyan kir ku derziyên Koronayê bibin.

Ji bo pêşîlêgirtina zêdebûna pêketeyên vîrusê, li hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qedexeya derketinê ya giştî hat ferzkirin.

Li gorî serjimariya dawî ya Desteya Tendurisî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, 25 hezar û 749 kes bi vîrusê ketine, jê 873 mirine û 2 hezar û 93 baş bûne.

Têkildarî mijarê, endamê rêveber ê Komîteya Tenduristiyê ya Minbic û Gundewarên wê Mihemed El-Ehmed wiha got: "Pêla nû di xuyakirin, encam û belavbûnê de xurt e. Bedena mirov germ dibe, gewrî îltîhab digire, serî hem navîn hem zêde diêşe, poz diherike û kuxikek ziwan çêdibe."

El-Ehmed da zanîn ku divê tevahî şênî derziyên Koronayê bibin.

El-Ehmed li ser girîngiyê vê qonaxê got, divê her kes li gorî perspektîf û tedbîrên xweparastinê tev bigerin, maskan li xwe bikin, dezenfektekirina mayînde û paqijiya kesayetî pêk bînin.

El-Ehmed wiha domand: "Ev pêl çîna ciwan û zarokan pê dixe. Ji lew re divê bi danûstandina bi nexweşiyê re bi awayekî cidî be û derzî bi lez werin birin."

Komîteya Tenduristî ya Minbic û Gundewarên wê 24 saetan  derziyên koronayê li navenda taybet bidin şêniyan.

Li gorî komîteyê, 350 kesî derziyên koronayê birine, destpêkê kadroyên tendurisî derzî birin, lê niha ji bo mezinan û şêniyên dixwazin bibin tê dayîn. Ew jî li gorî wergirtina kartekê ji komîteyê pêk tê.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2f6ax1EANt8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>