Iraq li dijî kongraya li Hewlêrê bertek nîşan dan

Kongraya li bajarê Hewlêrê ku di bin serweriya PDK`ê de ya têkildarî peymanên aştiyê bi Îsraîlê re hatî lidarxistin, derdorên Iraqê hêrs kir. Hikumeta navendî jî ragihand ku ew wan civînên “neqanûnî” red dike.

Iraq li dijî kongraya li Hewlêrê bertek nîşan dan
26 îlon, 2021   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara Înê zêdetirî 300 kesayetên Iraqê û di nav de şêxên eşîran ên Sunî û Şîa banga îmzekirina peymanên aştiyê di navbera Iraq û Îsraîlê de kiribûn. Ev bangawazî piştî ku li bajarê Hewlêrê yê di bin serweriya PDK`ê de bi sponseriya rêxistineke amerîkî kongrayek hatibû lidarxistin, pêk hat.

Êvarê Şemiyê têkildarî mijarê hikumeta Iraqê ragihand ku ew wan “civînên neqanûnî” yên têkildarî peymanên aştiyê bi Îsraîlê re red dike û got civîna Hewlêrê nûnertiya welatiyên Iraqê nake.

Hikumetê di daxuyaniyeke xwe de got, “Pêşniyarkirina têgeha normalîzekirinê, di destûrê, qanûnê û di aliyê siyasî de li dewleta Iraqê nayê qebûlkirin.”

Piştî rexneyên li dijî kongrayê, Wezareta Karên Hundirîn a Başûrê Kurdistanê şemiyê îdia kir ku kongra bêyî “agahdarî, erêkirin û beşdariya hikumeta herêmê hatiye lidarxistin û bi tu awayan helwesta hikumeta herêma Kurdistanê raber nake.”

Tê zanîn ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bi temamî li Hewlêrê serwer e û nabe ku tu aliyek bêyî agahdariya îstixbarata PDK`ê panel, kongra ya civînan li dar bixe.

PDK`ê bi Îsraîlê re xwedî têkiliyên baş e, têkiliyên herdu aliyan vedigerin salên 1960`î. Di sala 1965`an de yek ji efserên payebilind ên Mossadê David Kimche bi serokê PDK`ê Mela Mistefa Barzanî re civiya û ji wê demê û vir ve têkiliyên herdu aliyan pêş ketin.

Piştî wê civînê, Mela Mistefa Barzanî di salên 1968, 1973`an de serdana Îsraîlê kir.

Piştî wefata Mistefa Barzanî, di serdema Mesûd Barzanî de jî van têkiliyan dewam kir û Mossadê li herêma Zawîta ya girêdayî parêzgeha Dihokê bargeheke xwe ya veşartî ava kir.

Rayedarekî berê yê Mossadê bi bîr xistibû ku şêwirmendên mezin ên Îsraîlê li navenda Mela Mistefa Barzanî hebûn û çekdarên partiyê perwerde kirin, her wiha çek dan wan.

Serokê Tevgera Teyar El-Sedir Muqteda El-Sedir û Serokê Tevgera Teyyar El-Hikmel Niştimanî Emmar Hekîm jî li ser heman mijarê di hesabên xwe yên Tiwîtter de nerazîbûn nîşanda bûn.

Muqteda El-Sedir û Emmar Hekîm li hemberî civîna ku li Hewlêrê çêbibû û hatibû xwestin Iraq jî li gel Îsraîlê peymanê çêbike, nerazîbûnên tund nîşan dabûn. Sedir xwestibû ku hemû kesên tevlî civînê bûne werin girtin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî jî bi daxuyaniyekê ragihandibû ew civîn li dijî asayîkirina peywendiyên li gel Îsraîlê ne.

Îro Desteya Bilind a Dadweriyê ya Iraqê jî li ser 3 kesên tevlî civînê bibûn ,biryara girtinê da. Li gorî desteyê fermana girtina serokeşîr Wisam Elherad, karmendê li Wezareta Rewşenbîran Misal Elelwisî û kesek din ê bi navê Seher Kerîm Eltaî hatiye derxistiye. Desteyê di daxuyaniya xwe ragihand ku divê ev kesên navên wan hatine diyarkirin, werin girtin.

(cx)