​​​​​​​Rejîma Îranê bi êşkenceyê ciwanekî Kurd di zindanê de qetil kir

Li gorî nûçeya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, 22'ê Îlonê li Girtîgeha Feşfuye ya Tehranê ciwan Emîr Hisên Hatemî yê 23 salî yê ji herêma Sîrwanê ya bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê bi êşkenceyê hate kuştin.

​​​​​​​Rejîma Îranê bi êşkenceyê ciwanekî Kurd di zindanê de qetil kir
26 îlon, 2021   12:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyan, xizmên ciwanê hate qetilkirin duh li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiyan û ji rayedarên rejîma Îranê xwestin ku têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin.

Yek ji xizmên Emîr Hisên li ser mijarê ji Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê re axivî û diyar kir ku Emîr Hisên beriya 10 rojan ji bo wergirtina wesayita bavê xwe çûye navendeke polîsan a li Tehranê, lê belê ji ber cezayê ku di dosyayeke berê de lê hatiye birîn hate girtin û ew şandin Girtîgeha Feşfuyeyê.

Hate ragihandin ku Emîr Hisên herî dawî 21'ê Îlonê bi rêya telefonê bi avê xwe re axivî û jê re got ku li girtîgehê êşkenceyeke giran lê hatiye kirin û wê wî bibin nexweşxaneyê.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku malbat piştre çûye nexweşxaneyê ji bo Emîr Hisên bibîne, lê belê destûr ji wan re nehatiye dayin û piştî rojekê jî agahiya mirina Emîr Hisên dane wan.

Malbata Emîr Hisên piştî ku li ber Girtîgeha Feşfuyeyê li hev civiya, cenaze teslîmî wan kirin û ji bo veşartinê cenaze birin gundê Lerênî yê Sîrwanê.